Polîsan êrîşî taziya Leyla ya YPJ yî kirin

16:43

JINHA

EDENE - Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş û heyeta pêre xwestin biçin serdana malbata endama YPJ'ê Leyla Gurbuz a li Edeneyê, poîsan riya heyetê birî û êrîşê wan kir.

Endama YPJ'ê Leyla Gurbuz (Viyan Arjîn) a di berxwdana xwerêveberiyên cewherî ya navçeya Geverê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû, li Kolana Obalar a taxa Gulbahçeyê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê ji bo wê taziye hat danîn. Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş û welatiyên pêre piştî li ser kolanê li hev kom bûn, xwestin heta mala taziyeyê bimeşin, lê polîsan destûr neda. Li ser israra gel polîsan bi bombeyên gazê êrîşê welatiyan kir. Li ser êrîşê welatiyan jî bi keviran bersiv da polîsan û li tevhiya taxê pevçûn belav bûn û polîsan tax di binê gazê de hişt.

(kom/zt)