Sedema serdegirtina buroya rojnamê ji ber çun û hatina zêde bûye

16:51

JINHA

AMED - Hat diyarkirin ku bi hinceta "Ji ber çûyîn û hatina li avahiyê zêde ye" bi ser Rojnameya Azadiya Welat de hatiye girtin. Telefon û nasnameyên 28 xebatkarên rojnameyê yên li avahiyê hatin desteserkirin.

Li navçeya navendî ya Rezan a Amedê polîsan bi ser avahiya navendî ya Rojnameya Azadiya Welat a ku li Tirkiyeyê tekane weşana bi kurdî dike, girtin. Bi dehan tîmên taybet ên ku bi gelek wesayîtên zirxî avahî dorpêç kirin,hin ji wan bi çekan li têketina avahiyê rawestiyane û venêrîna kesên ku dikevin avahiyê dikin. Polîsan serdegirtina avahiyê bi van hincetan da der; "Ji ber çûyîn û hatina li avahiyê zêde ye" û "Li vê derê civînên rêxistinî tên lidarxistin" û diyar kirin ku ew li ser îxabarê hatine. Li avahiya ku lêgerîn lê didome, telefon û nasnameyên xebatkarên rojnameyê hatin desteserkirin.

Li hundir li gel domandina lêgerînê, derbareyê biryara binçavkirinê de heta niha tu agahî bi dest neketine giritn.

(zt)