Li Cerablûsê di heman rojê de duyemîn komkujiya sivîlan

17:20

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi alikariya TSK yê li gundên El-Kûsa û Sirêsat ê komkujî kirin. Hat zanîn ku hemû gundiyên di gund de qetilkirin.

Li gorî agahiyên ku ji Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin wergirtin, artêşa Tirk ku li gundê Bir El-Kûsa yê Cerablusê komkujiyek pêk anîbû, li gundê Sirêsatê yê Cerablusê komkujiyek din pêk anî. Her du gund jî li başûrê bajarê Cerablsuê dikevin. Çavkaniyan dan zanîn ku bi dehan şêniyên gund di encama êrîşên balafirên şer û tankên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan.

(kom/zt)