‘Ew dê winda bikin yên serkevin gel e’
17:28
JINHA
DÎLOK - Cîgira Heverokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk, konê sersaxiyê yê ji bo 55 kesên di komkujiya li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan, ziyaret kir. Aysel di ziyaretê de, anî ziman ku AKP û DAIŞ dê winda bikin û têkiliyên herduyan wekî hevin.
Di 20'ê Tebaxê de li Dîlokê komkujî pêk hatibû. Di komkujiya Dîlokê de 37 jê zarok 55 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk mala sersaxiyê ziyaret kir û sersaxî ji malbatan xwest. Bi sedan kesên li avahiya HDP'ê ya Şahînbeyê kom bûn bi meş çûn mala sersaxiyê. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Bimre DAIŞ, hevkarê wê AKP" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Di konê şînê de Aysel Tugluk axivî.
Aysel diyar kir ku Tirkiye li dijî Cerablusê şer daye destpêkirin û ev şer dê dawiya AKP û DAIŞ'ê bîne û got: “Gelê kurd bi bedelên giran li Rojava nirxên xwe bi dest xistin. Gelê kurd li Rojava bi berxwedanê bi ser ketin. Lê li dijî serkeftina serkeftinên Minbicê li Dîlokê komkujiyê pêk anîn. Berpirsiyarê vê komkujiyê dewlet e. DAIŞ dê têk biçe. Yê bi ser bikeve gel e. Ev êşa me tevan e. Em dê êşa xwe bikin berxwedan.”
Piştî ziyaretê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin û l iber sîroda çera şoreşê ziyaret dawî bû.
(zt)