ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Endama Meclisa Jinên Şengalê Zehra Saleh ji bo çalakiyên xwe yên di çarçoveya ‘Nobeta Azadiyê’ de berdewam dikin got: “Heya em Rêberê xwe azad nekin, em runiştinê ji bo xwe qebul nakin. Em di demek nêzde agahi ji Rêberê xwe ne girin êdî kes nikare li pêşiya me bibe asteng. Çi rewş biqewime dewleta tirk berpisyare û wê hesabê vê yeke bide.”

*Bi pêşengiya komisyona jinên KNK’ê jinên Rojhelat li Ranya di civînekê de hatin bahev. Jinan civîn weke gava yekem a xebatên xwe yên Rojhilat nirxandin û gotin: “Ev gava yekemîn û cara yekembû, lê pêwîste jinên Rojhelatê Kurdistanê bi bê Cudahiya bawerî û îdolojî bi hev re stratîjiya xwe ya hevgrtinê diyar bikin.”

*Ji destpêka havînê heya payîzê jinên Efrînê sebze, giya û fêkiyên ku ji bo çêkirina zatir amade kiribûn, niha jî dest bi amedekirina Zeytîı Zetirê kirin.

*Hêviyê Fehrettîn Bîcenê biçûk vegera Nisêbîna ku bi mehan berxwedan lê hat jîn. Fahrettîn diyar kir ku ew dixwaze vegere Nisêbînê û got ku, Nisêbîn bûye xewna şeva wî.

*Li Kurdistanê hemû jinên di şer de xizmên xwe windakirine kevneşopiya berxwedana wan berdewam dikin. Kamile Bayram a ku di şer de du birayên xwe windakirî got: “Em jinên Kurdistanî her dem me ji êşên xwe hêz girt û em ne ketin. Em ê her demê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

*Rêvebira Naveda Jinê ya Fikir û Ramanê Cûmana Hemîd diyar kir ku, wan di heft mehên borî de 121 dozên jinan hatin navendê û ji wan 33'ê hatin çareserkirin û got ku hin ji bo çareseriyê derbasî navendên din ên peywendîdar hatin kirin.