‘Ger agahî ji Rêberê me neyê kes nikare pêşiya me bigire’

09:03

Hewlêr Şahîn /JINHA

ŞENGAL – Endama Meclisa Jinên Şengalê Zehra Saleh ji bo çalakiyên xwe yên di çarçoveya ‘Nobeta Azadiyê’ de berdewam dikin got: “Heya em Rêberê xwe azad nekin, em runiştinê ji bo xwe qebul nakin. Em di demek nêzde agahi ji Rêberê xwe ne girin êdî kes nikare li pêşiya me bibe asteng. Çi rewş biqewime dewleta tirk berpisyare û wê hesabê vê yeke bide.”

Li çiyayê Şengalê jî çalekiyên ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Meclisa Jinên Şengalê jî konê “Nobeta Azadiyê” vedanê û çalakiya nobetê berdewam dikin. Li ser vê rewşê Endama Meclisa Jinên Şengalê Zehra Saleh axivî.

Zehra diyar kir ku ew ê ji bo rakirna tecrîdê çalakiyan mezin bikin û wiha domand: “Ez ji axa pîroz û warên berxwedêr ji çiyayê Şengal heya girava Îmralî silav bêrîkirinên xwe ji Rêber Apo re rê dikim. Ev bu çend sal Rêberê me li Îmralî tê ragirtin di nav tecrîdek girandeye. Ji ber Rêberê me fikrê insanetiyê ku civak pê azad bibin li cem hebu. Bi derketina Rêbertî re civaka me ya kurd bi xwe hesiya, êdî zordarî li ser xwe qebul nedikirin. Êdî civak ne wek berêye mafê xwe dixwazin her dem derbas dibu ruyê dijiminê xunxar yê kirêt derket holê. Ji bo wê jî divê em hîn zêdetir li dora Rêbertiya xwe bibin xelek û bi wê helwestê beşdarî nobeta azadiyê bibin.”

‘Fikir û felsefa Rêberê me ji bo avakirina civakek azad û wekheve’

Zehra wiha berdewam kir: “Bi rastî pêwistiya civaka me bi Rêbertiekî weha hebu, ji ber fikrên Rêbertî ji nu de avakirina civaka azade. Dijimin ji vî fikirî tirsiyan ji ber her dema derbas dibu yekitiya gelan hin xurtir dibu, gel ji bo azadiya xwe berxwedida. Dibe ku Rêberê me niha di aliyê fizikî de girtibe, lê pêwiste ku Rêbertiya me niha ne li wirbaya. Ji ber azadiya Rêberti azadiya gelane. Bi teybet em wek gelê kurd û Êzidî pir bişansin ku em xwedî Rêberikî weha ne. Ger em wek gelê Êzidî niha li ser axa xwe jiyan dikin xwe bi rêve dibin ku niha em wek gel tên nasin bi xêra Rêber Apo ye. Ji ber em wek gelê Êzidî di gelek feramana re derbas bune, bi teybet fermana 3 Tebaxa sala 2014’an gelek giran bu. Me gelek insanên xwe wida kir, lê disa yên ku felsefeya Rêbertî ji bo xwe pejirandine di bin siya wê de tekoşîn didin meşandin bi hewara me ve hatin.”

Zehra di derbarê çalakiyên xwe yên “Nobeta Azadiyê” de jî ev agahî da: “Ev îro 5 roje meclisa me ya dervey welet ji bo azadiya Rêberti û xweseriya Şengalê ketine girava birçibunê. Di serî de ez wan ji dil û can silav dikim û ji wan re serkeftin dixwezim. Bi rastî şêwazê vê çalekiyê encama berxwedaniyek dide nişandin, ji ber gelê me li her derê ji bo Rêbertî di nav çalekiyên mezin dene. Em weke Meclisa Jinên Şengalê jî ji bo azadiya Rêbertî û piştevaniya meclisa me ya derve ketiye gureva birçibunê em ê jî çalakiyan bikin. Di bin konê ku me daniye de li ser rewşa Rêbertî axiftin tê werin kirin. Ev kon wê 3 rojan berdewam bike. Her danek wê saziyek nobetê dewir bigirin. Jin dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re tînin ziman. Di bin kon de jin vê yekê dibêjin; ‘Em wek jin pir bişansin ku em xwedî Rêberekî wehane. Ne ji Rêbertiba gelo wê halê me jinan çawaba. Heya em saxbin em ê ji bo azadiya Rêberê xwe tekoşîn bikin. Em îro evqas jin li hev civiyane, ev yek keda Rêber Apo ye. Bi teybet em jinên Êzidî deyndarê Rêbertîne, heya ku em Rêberê xwe azad nekin em li cihê xwe na runin.’”

Zehra banga tevlîbûna çalakiyê li her kesê kir û got: “Banga min ji bo hemu kesên dibêjin di me de hisyetê mirovatî heye bila rabin ser xwe. Ma gelo heya kengê em ê bê denegbin û çavê xwe ji hinek tiştan re bigirin. Heya em Rêberê xwe azad nekin, em runiştinê ji bo xwe qebul nakin. Em di demek nêzde agahi ji Rêberê xwe ne girin êdî kes nikare li pêşiya me bibe asteng. Çi rewş biqewime dewleta tirk berpisyare û wê hesabê vê yeke bide.”

(zt)