Jinên Rojhelatê Kurdistanê giringiya civîna stratejiyê nirxandin
09:05
Şengar Biradost /JINHA
RANYE – Bi pêşengiya komisyona jinên KNK’ê jinên Rojhelat li Ranya di civînekê de hatin bahev. Jinan civîn weke gava yekem a xebatên xwe yên Rojhilat nirxandin û gotin: “Ev gava yekemîn û cara yekembû, lê pêwîste jinên Rojhelatê Kurdistanê bi bê Cudahiya bawerî û îdolojî bi hev re stratîjiya xwe ya hevgrtinê diyar bikin.”
Komîsyona Jinan a Kongreya Netewiya Kurdistanê KNK'ê li Navenda Ciwanan a navçeya Ranya ya Silêmaniyê civînek ji jinên Rojhilatê Kurdistanê re lidarxist. Di civînê de li gel bidehan jinên Rojhilatê Kurdistanê, Seroka Komîsyona Jinan a KNK'ê Pervîn Ezîz, Hevseroka KNK'ê Nîlûfer Koç û Endama KNK'ê Perêz Omer amadebûn. Civînê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Kurd destpê kir. Piştre jî Seroka Komîsyona Jinan a KNK'ê Pervîn Ezîz li ser armanca civînê axivî û belgenameya stratejiya netewî ya KNK'ê ji jinan re xwend. Jinên beşdarî civînê bûyîn ji migrofîna me ya JINHA yê re axivîn û diyar kirin ku pêwîste jinên Rojhilatê Kurdistanê yekîtiya xwe çê bikin û xwe bi rêxistin bikin.
Endama KNK’ê Perêz Omer diyar kirin ku di civînê de bi awayek berfireh li ser belgenameya stratîjiya jinan ku di sala 2012’an de hatye amade kirin gotubêj hat. Perêz destnîşan kir ku armanca wan jî ew buye ku jinên Rojhelat bi xwe stratîjiya hevgiertina xwe diyar bikin û wiha domand: “Me behsa pêwîstya hevgrtina jinan kir. Ev gava yekemîn û cara yekembû, lê pêwîste jinên Rojhelatê Kurdistanê bi bê Cudahiya bawerî û îdolojî bi hev re stratîjiya xwe ya hevgrtinê diyar bikin.”
Pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşanî Kurdisana Rojhilat Zeynebî Hisamî jî wiha behsa di pêvajoyek wiha giring de derxistina civînê kir: “Ev civîna hatî li darxisitn li gor min pir taybet û giringe. Îspateke ji bo carekdin hevgirtina jinan e. Di de diyar kirin ku jin dikare mezintir û li pêştr be li ser wê tê hizrîn. Ez bang li tevahî jinan jî dikim ku hîn gavên mezin bavêjin, werin pêş ji bo ku em karibin bi hêza jin Rijêma Îranê hilweşînin.”
(zt)