'Me her dem ji êşên xwe hêz girt û em ne ketin'
09:39
Şehriban Aslan / JINHA
AMED – Li Kurdistanê hemû jinên di şer de xizmên xwe windakirine kevneşopiya berxwedana wan berdewam dikin. Kamile Bayram a ku di şer de du birayên xwe windakirî got: “Em jinên Kurdistanî her dem me ji êşên xwe hêz girt û em ne ketin. Em ê her demê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Şerê li Kurdistanê 40 salin berdewam dike di hindirê xwe de gelek çîrokên cuda digire. Herî zêde di vê têkoşînê de jinan êş û barên giran girtine ser milê xwe. Dilşah Yildiz a ku di vî şerî de du kurên xwe windakirî dibêje: “Zilma me kêşayî bê hed û hesabe, tenê ez û zarokên xwe vê dizanin.”
Kurê Dilşah ê mezin tevlî nava PKK’ê dibe û jiyana xwe ji dest dide. Kurê wê yê biçuk Mehmet Şah (Rêber Amed) li peyî birayê xwe diçe û tevlî nava refên PKK’ê dibe. Mehmet Şah di 24’ê tîrmeha sala 2015’an de di êrîşên hewayiyên ser Herêmên Parastina Medyayê de jiyana xwe jidest da. Dilşah a ku bi têkoşîna zarokên xwe serbilinde wiha axivî: “Min ne tenê zarokên xwe û xizmên xwe windakiriye, hemû zarokên ji bo Kurdistanê têkoşînê didin hemû zarokên min in. Dibe ku terîfa êşa min nebe, lê ez ewqas jî bi zarokên xwe serbilindim. Ji bo dayikekê êşa herî mezin windakirina zarokên wê ye, dema ku li Kurdistanê dijî jî êş du qat mezin dibe. Dema ku birayê Mehmet Şahê min şehîd ket, hema ji malê derket. Dewletê tang û topên xwe birin li Başur zarokên me qetilkirin. Kê çî kiriye jêre namîne, me di şeva 15’ê Tîrmehê de ev dît. Niha jî di nava bajaran de tang û top digerin.”
Maşallah Yildeniz du birayên xwe bibîranî û diyar kir ku her jinên li Kurdistanê dijîn an êşa zarokên xwe, yan xwişk û birayên xwe yan jî xizmên xwe jiyan dike. Maşallah da zanîn ku birayê wê Alaaddin hîn zarok li metrepolan dixebitî û ji wê tevlî nava refên PKK’ê bûye û wiha domand: “Wê demê Tansu Çiller hebû, weke niha cardin pêvajo nebaşbû. Dema ku derket rê şer derket û di rê de şehîd ket. Dema ku me agahî girt cîhana me bi serê me de hat. Ne tenê em hemû malbata me ya mezin hem gelek xemgînbûn hem jî gelek serbilindbûn, ji ber carayekem yek ji eşîra me tevlîbû û şehîd ket.”
'Di nava malê de em rêxistin dikir'
Maşallah destnîşan kir ku piştî Alaaddin gelek ciwan beşdarî nava refên PKK’ê bûn û wiha domand: “Ji wan ciwanên tevlîbûn birayê min Mehmet Şah di êrîşên hewayî de şehîd ket. Di mal de her dem Mehmet Şah em perwerde dikirin. Her dem dixwest em jin serî ne tewînin û di rêya birayê xwe de bin. Ez her dem bi keda birayê xwe û hevalên wî serbilindim û her dem serê min bilinde. Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê em ê hewil bidin layêqê şehîdên xwebin.”
'Hemû malbat girtin binçavan'
Kamile Bayram jî diyar kir ku êrîşa ser cihê leşkeriyê semta Seyrantepe ya navçeya Yenişehira Amedê di sala 2008’an de çêbûyî wê berpirs dîtin û wiha berdewam kir: “Piştî buyerê polisan ser mala me de girtin. Em hemû girtin binçavan û gelek îskence li me kirin. Ji bo me gotin; ‘Birayê we Rêber teqîn kiriye, teqez tiliya we jî di navê de heye.’ Ez xwişka min û gelek ji malbatê girtin. Despêkê ez berdam, paşê xwişka min, cezayê muebetê da hemû endamên malbatê yên girtî li gel ku tu sucê wan jî nebû. Me gelek zilm dît lê me ticarî dest ji rêya xwe berneda û em bernadin jî. Dibe ku me çeka birayên xwe yên şehîd nerakir, lê em herî kêm di rêya wan denin. Em ê heya dawiyê wan bibîrbînin û ticarî ji bîr nekin. Weke jinên Kurdistanî em her dem ji êşên xwe hêzê digirin. Heya em jin hebin bila çavê ti şehîdên me li peyî wan nemîne.”
(zt)