Navenda Jinê ya Fikir û Ramanê 121 pirsgirêk çareser kir
09:42
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN- Rêvebira Naveda Jinê ya Fikir û Ramanê Cûmana Hemîd diyar kir ku, wan di heft mehên borî de 121 dozên jinan hatin navendê û ji wan 33'ê hatin çareserkirin û got ku hin ji bo çareseriyê derbasî navendên din ên peywendîdar hatin kirin.
Li Kantona Efrînê Navenda Jinê ya Fikir û Ramanê di nava 7 mehan de 121 doz çareser kiriye. Têkîldarê xebatê Rêvebira Navenda Jinê ya Fikir û Ramanê Cûmana Hemîd diyar kir ku, ji destpêka salê wan 121 doz çareser kirine û got ku, piranî pirsgirêkên hevberdan û malbatî bûn. Cûmanayê da zanîn ku, piranî jin û mêrên ku hevjînên wan li dervî welatin serî li navendê didin û wiha dewam kir: " Hin doz me radestî saziyên pêwendîdar kirin. Mînak ji wan yek ji komîna jinê ya Cindirêsê re hate şandin. 2 ji mala Jinê ya Şêrewa û Mabeta re hat şandin. 4 ji Asayişa Jinê re û dozek ji Lijneya Sulhê re hate şandin. 2 doz ji beşa Lêpirsînêr, 20 doz yên mîras û berdanê ji Dadgeha Gel re, 3'ê jî ji bo Rêveberiya Herêma El Şehba re, yek jî ji Lijneya Lêpirsînê ya Jorê ya Jinê, yek ji Rêxistina Sara re, yek jî ji Saziya Malbatên Şehîdan û yek jî ji Meclîsa leşkerî re hatin şandin. Dozên din jî hîna li ber destê me ye û tên lêkolînkirin."
Cûmanayê destnîşan kir ku navend ne tenê bi pirsgirêka jinan re mijûl dibe û wiha pêde çû: "Her wiha pirsgirêkên civakî jî li vir têne bidest girtin." Cûmanayê bal kişand ser zêdebûna dozên hevberdanê û wek sedema vê ya bingehîn jî koçberiya derveyî welat pênase kir û wiha pêl da axaftina xwe: "Jin an jî mêr çûne derveyî welat û hevjînên wan li vir mane, piranî ji ber pirsgirêkên madî û exlaqî, depresyona şer û bandora çanda biyanî dixwazin hevjînên xwe berdin û li wir ji xwe re jiyaneke din ava bikin. Lewre hevjînên wan jî tên doza berdanê vedikin."
Cûmanayê da zanîn ku wan pirsgirêkê giran çareser kirine û wiha dirêjî da gotina xwe: "Yek ji doza giran ku navend pê re mijûl bû û çareserkirin jî doza dayika bi navê F.E. bû. F. E ya 70'ê salî bi malbata xwe re li Helebê dijiya. Piştî şerê herêmê ji hêla zarokên xwe ve hate terikandin û ew li Şêx Meqsûd bi tenê hate hiştin. Kurê wê dest danî ser milk û malê wê û dayik ji mal hate avêtin. Bi êrîşên li ser Şêx Meqsûd re kurê wê hate Efrînê û dayika xwe li wir hişt. Gel ku rewşa xirab a dayikê dîtin, ew derbasê Efrînê kirin. Demeke kin li ba kurê xwe ma, lê paşê jî hate avêtin. Ji hêla bûka xwe ve rastê şîdetê hat. Ji mal avêtin û ew çû mala kurê xwe yê din. Lê ew kur jî daxwaz kir milk û bexçe li ser navê wî were nivîsandin. F. E ku nekarî çare bibîne serdana navenda me kir û me doza wê girte dest. Di encam de me bexçe û milkê F.E ji kurê wê girt û firot. Me jê re malek bi ser navê wê kirî. Niha jî Kurê wê yê piçûk li ba wê dimîne û bi şertê ku ger xizmeta dayika xwe bike dê dema pêş mal ji wî re bimîne, li cem dayika xwe ye."
Cûmanayê bi lêv kir ku pirsgirêkên wiha encama perwerdeya şaşe û wiha axivî: "Pirsgirêkên wiha encama perwerdeyên şaş û kêmaniyê di aliyê çand-exlaq û wîjdan de ye. Lê divê jin û mêr baş perwerde bibinin. Di şertên zehmet de bi şûna hev berdin, malbatê xwe berdin, hev pêş bixin û mezin bikin."
(tp/rc)