Jin: Bedela dijminahiya Rojava girane

10:33

JINHA

STENBOL-Jinan dagirkirina Tirkiyeyê ya Cerablusê nirxand û got: “Encama vî şerê ku li dijî tinekirina qezencên gelê Kurd e, di hundir de jî wê giran be.”

TSK bi çeteyên OSO’yê re Cerablus dagir kirin û piştre jî pevçûnên wan yên bi Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê re dest pêkirin ketin roja duyemîn. TSK ya ku duh li Mînbîc û Cerablusê ji hewayî ve bombebaran pêk anî li van her du gundan komkujiya sivîl pêk anî. Me encamên şerê li dijî Rojava hatiye kûrkirin ji jinan pirsî. Jinan got : “Her kes dizane ku AKP bi DAIŞ’a ku di nava hevkariyê de ye şer nake. Hedefa wan ya esas Kurdin.” Jinan diyar kir ku mudaxale li dijî qezencên Kurdan hatiye kirin.

‘Dagirkirin ji bo şer derkeve pêş bû’

Elîf Baydurê got dagirkirina li dijî Cerablusê li dijî qezencên gelê Kurdin û behsa bandorên dagirkirinê kir: “Komkujiyên ji sala 2015’an pêk hatine ji vir şûnde wê zêde bibin û got wê bibe sedema mirovên bê guneh. Şerê li Tirkiyeyê wê belav bibe û bedela vê jî wê giran be.”

'Di bin navê Mertalê Firatê de li dijî Kurdan Mertal’

Dîcle Kaya jî diyar kir ku ev demeke li herêmê tehdîda DAIŞ’ê heye û got Tirkiye bi aşkera piştgiriyê dide DAIŞ’ê û wiha got: “Balkêş bû ku mudaxale piştî serkeftina Mînbîcê, di dema ku pêngava Cerablusê destpê dikir de hat jiyîn. Cîhadiyên ku ti cudahiya wan ji DAIŞ’ê tine anîn û di bin navê ‘mertalê Firatê’ de li dijî Kurdan mertal avakirin.

Tirkiye yekbûna kantonan wek tehdîd dibîne

Dîlek Onalê jî bi lêv kir ku Tirkiye bi DAIŞ’ê re tênakoşe û got mudaxaleya li dijî Cerablusê li dijî PYD’ê ye û got: “Tirkiye yekbûna kantonan wek tehdîd dibîne. Dibêjin li dijî DAIŞ’ê ye. Lê Tirkiye mudaxaleyê hucreyên DAIŞ’ê û rêxistinbûna wan ya li Tirkiyeyê nake. Li vir gotineke Salih Muslim û PYD’ê me eleqeder dike. Gotinên Tirkiyeyê wan eleqeder dike.”

Dîlekê di dawiya axaftina xwe de got ji ber sazî û lijneyên nêzî HDP’ê têkildarî mudaxaleya Cerablusê de rastî vegotin, wê zext zêde bibin.
Nîlay Ozgurê destnîşan kir ku ev mudaxale li dijî gelê Kurde û got ev tevgereke dagirkirinê ye.

(tm-nb/odk\hu)