Li Wanê serdegirtina malan: Du kesan jiyana xwe ji dest dan
10:57
Tebax
29
/ 2016
JINHA
WAN - Li navçeya Artemêt a Wanê polîsan bi ser malekî de girt, di serdagirtinê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li taxa Suphanê ya navçeya Artemêt a Wanê polîsên tevgera taybet bi ser malekî de girtin. Di serdagirtinê de yek jê jin 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. 2 kesên nasnameya wan hêj diyar nebûye, cenazeyên wan rakirin morga Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Dursun Odabaşi. Hat diyarkirin ku polîsan bi ser çend malên din de jî girtine û welatiyê bi navê Saît Akbaş jî hatiye binçavkirin.
(zt)