Li Çinarê ji her du jinan yek di temenê biçuk de zewiciye
11:24
JINHA
AMED – Li gorî lêkolînên Navenda Jinan Jinwar a Çinarê li herêmên bejayî zewaca di temenê biçuk de, hewî û zewaca xizman diha zêdeye.
Navena Jinan Jinwar a ku dibiniya Muduriya Politikayên Jinan a Şaredariya Çinarê de xebatên xwe birêvedibe li Çinarê û taxên bejayî de bi sernava “Perwerda têkoşîna zewaca temenê biçuk û bidarê zorê” de xebat dimeşand. Di proja perwerde û lêkolîn bi hev re dimeşand de encamên derketine kirin rapor. Li gorî rapora ji aliyê Jinwar ve hatî weşandin de; Bi jinên ru bi ru hevdîtin kirî re ji 285 jinên beşdarî perwerdê bûne 106 jin bi zorê hatine zewicandin, 89 bi xizmên xwe re zewicîne û 18 jî serhewî zewicîne.
Di nava navçeyê de zewaca temenê biçuk diha zêdeye.
Li gorî raporê di taxên nava navçeyê de zêdetir zewaca temenê biçuk, bi xizman re zewicîn û zewaca hewiyê heye, ji taxên bejayî.
Mudura Politikayên Jinan a Şaredariya Çinarê Halide Turkoglu girêdayî raporê nirxandin kir û got: “Navenda me ya şêwirmendiyê hem perwredê dide, hem jî li pirsgirêkên jinan guhdarî dikin û jê re dibin çareserî. Pirsgirêkên ji navê dernekevin jî dixin rojeva navçeyê. Li gorî xebatên me kirî di nava navçeyê de ji her du jinan yek di temenê biçuk de zewiciye.
Civaknasa Navenda Jinan Jinwarê Umran Nar jî diyar kir ku ji bo di çarçoveya proja xwe de perwerdê bidin xwendekarên lîsê Qeymeqamê navçeyê agahdar kirine, lê hîna ti bersiv negirtine. Umran encamên ji perwerda xwe girtî wiha anî ziman: “Di temenê biçuk de zewac ne pirsgirêkek kesaniye, bi giştî pirsgirêkek civakiye, ji bo wê jî divê bi têkoşînek civakî pêşî bê girtin.”
(zt)