Li Êlihê bi hezaran jin dê 'Azadî' biqîrin

11:35

JINHA

ÊLIH - Parlementera HDP'ê banga tevlîbûna mitînga ku, wê bi pêşengiya KJA'yê bi dirûşmeya "Ez xwedî li Serokê xwe, azadiya xwe û axa xwe derdikevim" kir û got: "Di 1'ê Îlonê de em ê bi hezaran jin derkevin kolanan û tecrîdê bişkînin."

Bi pêşengiya Kongreya Jina Azad KJA'yê wê di 1'ê Îlonê de li Êlihê mitîngek bi dirûşmeya "Ez xwedî li Serokê xwe azadiya xwe û axa xwe derdikevim" pêk were. Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li Taxa Saglikê bi jinan re civî.

'Bi xwedî derketinek xurt em dikarin tecrîdê bişkînin'

Dîlanê diyar kir ku, ew ê di 1'ê Îlonê de ji bo azadiyê dakevin kolanan û wiha got: "Gumana gel û jina kurd di derbarê rewşa Ocalan de her ku diçe zêde dibe. Lê ancax bi xwedî derketinek xurt ew ê tecrîd bê şikandin. Ne tenê ji bo şikandina tecrîdê, ji bo azadiya Ocalan jî em ê têbikoşin. Heya ku Ocalan azad nebe, jin û gelê kurd jî ew ê azad nebin û aştî, demokrasî wê neyê vî welatî."

Dîlanê destnîşan kir ku, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinê kedên mezin daye û got ku, ji ber vê jina kurd azadiya Abdullah Ocalan wek azadiya xwe dibîne.

Dîlanê di civîna jinan de, ji jinan xwest ku roja mitîngê bi cilên gelêrî û tilîliyên xwe biherikin Stadyuma Bajêr ya 16'ê Gulanê û got ku divê berê tevahî jinan bidin qadê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Eger em bi deh hezaran jin dakevin qadan em ê tecrîdê jî bişkînin û em ê ji polîtîka û şerê wan yê qirêj re jî bêjin êdî bese."

Piştî axaftina Dîlanê jin bi tilîlî û çepikan civîna xwe bi dawî kir.

(za/rc)