‘Ji bo nivîsîna rastiyan di nobeta çapemeniya azad de me’

11:53

JINHA

EDENE - Wekila HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş îro li JINHA û DİHA yê bû nûçegîhana dildar û got: "Ger ku em her yek bibin nûçegîhanek dildar rastî di tariyê de namînin. Ji bo em bigêjin rastiyê çavê xwe ji heqîqetê re negirin."

Kampanya ku Cemîyeta Rojnamegerên Azad ji bo rojnamegerên girtî yên çapemeniya azad daye destpêkirin berdewam dike. Kampanya piştî li Amed û Wanê start da li herêma Çukurova jî di roja duyemîn de berdewam dike. Ji bo "Nûçegîhaniya Dildar" Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş serê sibê beşdarî civîna JINHA û DÎHA ya buroya herêma Çukurovayê bû û piştgiriya xwe anî ziman.

Meral, anî ziman ku ji bo piştevaniya çapemeniya azad li vir e û wiha got: "Polîtîkayên Tirkiye yên li ser çapemeninyê xerab in. Mafê gel ê bibin xwedî agahî û rastiyê fêr bibin tê binpêkirin. Zextên li ser çapemeniyê her roj zêde dibin. Duh li Amedê hemû xebatkarên belavkariya Rojnamya Azadiya Welat hatin binçavkirin. Li Tirkiye azadiya çapemeniyê tune ye. Hikûmet li gorî xwe medya hevkar ava dike. Ji bo gel rastiyan fêr nebe sansurek gelek mezin heye. Medya girêdayî îxtîdarê bi nuçe û agahiyên şaş gel şaş agahdar dike."

‘Divê em her yek bibin nûçegîhanek dildar’

Meral, bang li her kesan kir ku di milê rastî, rewşenbirî û heqîqetê de her kes di nava çapemeniya azad de cihê xwe bigirin û her kes li çapemeniya azad xwedî derkevin. Meral, bang li her kesî kir ku bibin nûçegîhanên dildar û wiha got: "Ger ku em her yek bibin nûçegîhanek dildar rastî di tariyê de namînin. Ji bo em bigêjin rastiyê çavê xwe ji heqîqetê re negirin."

(zt)