TEV-DEM: Li hember mêtîngeriyê em gelên herêmê bibin yek
12:26
JINHA
AVENDA NÛÇEYAN - Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekî bal kişand ser dagirkirina Cerablusê û aşkera kir ku ne tene li ser Cerablusê, di heman demê de li dijî hevrejiyana gelên wekî ereb, asurî û suryanî û hwd. dagirkeriyek pêk tê û ev dagirkerî wekî lîstokeke li dijî rûmeta civakên Rojhilata Navîn pênase kir.
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em komkujiya Erdogan û Dewleta Tirkiyeyê ya li ser gundên Cerablusê bi tundî şermezar dikin. Em ji gelên xwe re sersaxiyê dixwazin û bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin. Em careke din soz didin ku em ê bîranîna şehîdan bikin bingeha serkeftinên dîrokî."
TEV-DEM'ê di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt got:
"Ji destpêka şoreşa li Sûriyeyê heta roja îro planên Dewleta Tirkiyeyê yên dagirker li ser Rojava û axa Sûriyeyê her tim hebûn. Bingeheke dîrokî ya daxwazên Erdogan û Dewleta Tirkiyeyê ya dagirker heye. Çawa ku di wexta xwe de Yavuz Sultan Selîm di sala 1516’an de bi şerê Mercîdabikê deriyê Rojhilata Navîn bi hukmê zorê vekir, îro jî Erdoganê faşîst û Dewleta Tirkiyeyê ya dagirker li ber çavên mirovahiyê dixwazin careke din dîrok xwe dubare bike. Neviyê Osmanî Erdoganê faşîzan xwe weke xelîfeyê pêncemîn dibîne û balkêş e ku di roja Mercîdabikê de careke din ew daxwazên xwe yên dagirker li ser Cerablusê diyar kir. Karakterê dewlete dagirker û ya Osmanî li ser civaka Rojhilata Navîn her tim bandoreke pir xeter kiriye. Dijminantî ne tene li hemberî gelê kurd e, li hemberî gelê ereb, asurî, suryanî, tirkmen û hemû civak û çandên Rojhilata Navîn e. Erdoganê faşizan û Dewleta Tirkiyeyê ya dagirker hîn jî welatên ereban û Rojhilata Navîn bi kompleksa Împaratoriya Osmanî weke eyaletek xwe dixwaze bibîne. Hemû hewldan, lêgerîn û lêhûrbûna Dewlata Tirkiyeyê û Erdogan li ser pêşneketina demokrasi û azadiya Rojhilata Navîn e.
Ji bo vê Erdogan û Dewleta Tirkiyeyê her tim çeteyên faşîst ên weke DAIŞ’ê li ser serê mirovahiyê kir bela, destek kir û ji wan re bû alîkar. Rola Erdogan û Dewleta Tirkiyeyê ya di komkujiya Parîs, Bruksel, Enqere û Amedê de bi awayekî pir vekirî heye. Îro dagirkirina Cerablusê ne tene li ser Cerablusê ye, di heman demê de qebûlnekirin û red kirin gelê ereb, asurî û suryanî ye. Bi rûmeta civaka Rojhilata Navîn lîstin e. Her çiqas dixwaze xwe li dijî DAIŞ’ê diyar bike jî esas plana Erdogan û AKP’ê ew e ku bikaribe riyekê ji DAIŞ’ê re vekirî bihêle ku piştgiriya DAIŞ’ê bike. Armanc ew e ku hemû riyên li ser DAIŞ’ê neyên girtin. Dagirkirina Dewleta Tirkiyeyê û komkujiya ku li ser Rojava û axa Sûriyeyê wê tenê bibe sedem ku pirsgirêkên heyî hîn jî mezin bibin û şerê tê dayîn hîn jî kûr û berfireh bibe. Heman Erdogan û AKP ev planên xwe yên qirêj û xwînxwar li ser Kobanê jî bi destekirina DAIŞ’ê pêş xistibûn. Li hemberî van êrîşên DAIŞ’ê ku bi piştgiriya Erdogan û Dewleta dagirker a Tirkiyeyê pêk dihatin, dinya û mirovahî dizane ku gelê kurd, ereb asurî, suryan û tirkmen bi ruhekî fedaî û bi bedelên pir giran rûmeta hemû mirovahiyê parastin. Ev êrîşa li ser Cerablusê jî di vê maneyê de esas li ser hemû mirovahiyê ye.
Di dîrokê de siyaseta navneteweyî hebûn û azadiya gelê kurd her tim kirine qurbana berjewendiyên xwe. Lê îro gelê kurd wê rê nede vê siyaseta qirêj û bêexlaq. Gelê kurd xwedî biryar e û xwedî rêxistin e ku ji bo azadî û rûmeta xwe bedel her çi be jî ew ê biparêze. Tu dijminantiya gelê kurd ne mimkûn e ku bi gelê ereb û çandên Rojhilata Navîn re hebe. Tu dijminantiya gelê kurd bi civak û dewletên cîranên xwe re jî tune ye. Lê gelê kurd gelekî xwedî bi rûmet e, hebûn û azadiya xwe her tim li ser her tiştî re girtiye. Her kî hebûn û azadiya gelê kurd ji xwe re bike hedef, êrîşî gelê kurd bike, bêguman gelê kurd jî weke hemû gelên cîhanê ew ê li ber xwe bide. Gelê kurd têkneçûna xwe ispat kiriye, bi berxwedanê gihîştiye azadiya xwe, ew ê tu carî gav paş de nevêje.
Bangawaziya me ew e ku mirovahî rûmet û berxwedana gelê kurd, bedelên li hemberî DAIŞ û çeteyên weke wê dayîne bibîne û dengê xwe bi dengê gelê kurd re bike yek. Berxwedan û rûmeta gelê kurd weke berxwedan û rûmeta xwe bigire dest. Dîsa bangawaziya me ji hêzên ku li ser Rojava û Sûriyeyê xwe xwedî rol dibînin ew e ku li hemberî dîrok û mirovahiyê rûreş nebin û berjewendiyên xwe li ser hebûn û azadiya gelê kurd hesab nekin. Li hemberî dagirkirina Dewleta Tirkiyeyê û kirinên Erdoganê faşîzan xwedî helwest bin.
Ji bo hemû gelê ereb, asurî, suryanî û tirkmen bangawaziya me ew e ku bi gelê kurd re mil bidin hevdu. Dagirkirina dewleta tirk a li ser Sûriyeyê weke li dijî hemû civak û çandên li ser axa Sûriyeyê dijîn bibînin. Mil bidin hevdu û têkoşîna xwe bilind bikin.
Bi taybet bangawaziya me ji bo gelê kurd ên li Rojava li her sê kantonan dîsa li derveyî welat, her wiha hemû partî, kesayet û saziyên kurd ew e ku li hemberî komkujiyên dewleta tirk û Erdogan rabin ser piyan, têkoşîna xwe bi baweriyek xurt û rêxistinkirî bilind bikin. Komkujî, zext û zordariya Erdogan û Dewleta Tirkiyeyê bi her awayî teşhîr bikin. Beriya her tiştî jî bi ruhekî seferberiyê rabin ser piyan û jixwe bawer bikin. Bila bê zanîn ku gelê kurd di doza xwe de mafdar e, xwedî rêxistin û xwedî îrade ye. Ew ê dîrok careke din li ser gelê kurd re nikaribe xwe dubare bike. Bi vê hêvî û biryarê têkoşîna xwe xurt bikin û bênavber di nava çalakiyan de bin.”
(zt)