Sozdar Avesta: Fikir û felsefeya Rêbertî yekitiya êzîdiyan ava dike

14:37

JINHA

ŞENGAL - Sozdar Avesta ji çalakvanên li kona azadiyê ya ku li çiyayê Şengalê hatî avakirin re axivî û wiha got: "Fikir û felsefeya Rêbertî dê yekîtiya êzidiyan avabike. Endama Meclîsa Avaker a Şengalê Bihar Qaso jî got: " Em pêy felsefeya Serokê xwe û ola xwe de ne. Heya em saxbin em ê serê xwe ji kesekî re netewînin. Pişta me rast e qewîm e. Riya Serok Apo riya rast e."

Kona Azadiyê ya ku gelê Şengalê bi armanca piştgiriya çalakiyên li Strasburgê hatî destpêkirin rastî eleqeyek mezin tê. Kona Azadiyê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinên Şengalê hatî avakirin di roja duyem de berdewam dike. Kona ku her roj saziyek nobetê dewir digre îro bi tevlîbûna Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta, bi peyama bi deng dewam kir. Sozdarê çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Şengalê ya hatî destpêkirin slav kir û wiha got: "Em di serî de vê çalakiya Meclîsa Şengalê ya dîasporayê ku ji bo azadiya Serok Apo û naskirina xweseriya Şengalê destpêkiriye slav dikin. Cardin ji bo pîştgiriya wan konê ku we li çiyayê Şengalê vedaye jî gelek girîng û bi wate em dibînin.Tevahî kesên ku beşdarê ve çalekiyê bûne ji Almanya heya Fransa ji Rusya heya çiyayê Şengalê hemu Êzîdiyên ku ji bo azadiya Rêberê xwe di nav çalakiyan de ne em silav dikin."

Sozdarê destnîşan kir ku, bi berdêlên giran ew gihêştine van rojan û wiha axivî: "Ew xort û keçên şervanên azadiyê ya ku pêşya fermanê girtin û ciwanên Êzîdxanê ku destê xwe dan destê şervanên azadiyê û îro li çeperên herî pêş mil bi mil têkoşîn dikin slav dikim. Zînar, Êzdîn, Şengal, Bêrîvan, Gûlçîn heya Bruskan wek pêşengên civaka me xwe ji bo pêşerojek bi rûmet feda kirin, em deyndarê wan şehîdanin."

'Şengal dilê êzidiyan e'

Sozdarê da zanîn êrîşên ser Şengalê armanca wê tunekirin û qirkirinbû û wiha berdewam kir: "Armanca wan ew bu ku ev axa pîroz bikin paytaxta fikra xwe ya qirêj. Ji ber ku Şengal dilê êzidiyane. Dixwastin ew ebayê xwe yê reş, mejiyê xwe yê reş li ser tevahî gelan bidin ferzkirin. Bi vê şêwazê peyamek jî bidin PKK'ê û şervanên azadiyê. Digotin 'Em ê şoreşa Rojava, êzidî û PKK'ê tine bikin, meydanê ji mera bihêlin'. Lê hesebên wan yê malê li sukê hevdu negirt. Li kobanê, Serêkaniyê û gelek cihên din kurdên Apo'yî bûn yek û nehiştin bostek axa têkeve destê wan dagirkeran. Cardin şervanên azadiyê ji Botan heya Mahabat ji Serhat, Sûleymaniyê heya Afrîn berê xwe dan çiyayê Şengalê û ji bo parastinê liberxwe dan. Melekê Tawus alîkariya fedaîyên Rêber Apo kir û bi vê rengî berxwedana Şengalê destpêkir."

'Çalakî dibe sedema ku tevahî gelê êzidî bên gel hev'

Sozdarê her wiha bi lêv kir ku, berxwedana li Kurdistanê tê jîn ne ji rêzê ye û wiha pêl da axaftina xwe: "Dijminê me dizane ku bi fikir û ramanê Rêber Apo re rihê berxwedanê ket nava Şengalê. Îro her derê cîhanê êzidî xwedî li Rêbertî derdikeve bi vê bîr û baweriyê li ser pîyan e. Gelê me li xwe xwedî derdikevin, li vîna xwe, doza xwe xwedî derdikevin. Ger em dixwazin Êzîdxana xwe avabikin divê bêtirs û bêdudilî em tevbigerin. YBŞ, YJŞ, Meclîsa Avaker, Meclîsa jinan, PADÊ û saziyên din li Şengalê xwe bi rêxistin dikin. Çalakiya Azadiya Rêber Apo dibe sedem ku tevahî gelê êzidî bên gel hev. Li dora vê çalakiyê êzîdî bune xelek. Ev jî hêza Rêbertî dide nîşandan."

'Divê em yekitiya Êzidîxanê avabikin'

Sozdarê anî ziman ku Şengal navenda Êzîdxanê ye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji bo em Şengalekî azad û serbixwe avabikin, divê hîn pêtir nirxên xwe yên pîroz xwedî derbikevin. Divê em yekîtiya Êzîdîxanê avabikin. Wek gelê êzidî tişta ku em wenda bikin nema, divê ji bo vê em ji vir şunda ji ti hêzên desthilatdar netirsin. Di fermanê de dest avêtin hemu nirxên mirovahiyê. Ji bo vê jî divê em zêdetir xwe bi rêxistin bikin.Li Rêber Apo xwedî derketin, li xwe, li baweriya xwe û nasnameya xwe derketine. Em wek tevgera Apo'yî heta yek ji me hebe em ê Êzîdxana pîroz bernadin û nû de avabikin. "

'Netirsin serkeftin ya me ye'

Endama Meclîsa Avaker a Şengalê Bihar Qaso jî diyar kir ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadiya tevahî gelane û wiha axivî: "Divê gelê êzîdi xwedî li îrade xwe derbikevin. Netirsin serkeftin ya me ye. Serokê me azad bibe tê wateyê ku çiyayê Şengalê jî azad bûye. Em pêy doza Serokê xwe ne. Em bimrin jî em êzîdîne. Em li pay felsefeya Serokê xwe û ola xwe de ne. Em heta saxbin serê xwe kesî re netewînin, pişta me rast e qewîm e. Riya Serok Apo riya rast e. Ramanê Serok ereb, kurd, mesîhî herkesî diparêze. Serokatî nehişt êzîdî tine bibin. Planên tine kirina êzîdiyan Serokatî vala derxist. Ji ber vê jî desthilatdar dixwaze dengê Serokê me qut bike, nahêle hevdîtîn çêbibe. Li hember vê jî em wek gelê êzidî li her derê cihanê divê dengê xwe bilind bikin û azadiya Serokê xwe pêkbînin. "

(kom/rc)