Şahidên taxa Suphanê: Bomba avêtin hindirê malê
14:52
JINHA
WAN – Li taxa Suphan a Wanê duh bi şev di malekê de pevçun derket, yek jê jin du kesan jiyana xwe ji dest dan. Şahidên bûyerê diyar kirin ku hêzên dewletê bomba avêtin mala ku pevçun têde çêbûyî û gotin: “Yên qetilkirin zarokên mene.”
Li Taxa Suphan a Ertemêta Wanê di malek yek qat de di nava yek jê jin du endamên YPS, YPS-JIN û hêzên dewletê de pevçun derket. Di mala ku kes têde qetilkirin, kirêdarê malê Sait Akbaş jî girtin binçavan. Hat zanîn ku yên jiyana xwe ji dest dane rakirin Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi. Şahidên ku bi şev dengê çekan bihîstine dan zanîn ku hêzên dewletê bomba avêtin mala ku pevçun têde çêbûyî.
Bi dîwaran ve şopên xwînê hene
Di hindirê mala ku pevçun lê çêbûyî û ji derve şideta hatî dîtin diyar dike, bi dîwaran ve jî şopên xwînê hene. Di malê de tişt şewitîne, dîwar hemu ji ber guleyan qulbûne, mal hatiye rewşa êdî têde neyê jiyan kirin. Baxçeyê malê jî xirakirine.
'Bila gelê kurd li zarokên xwe xwedî derkevin'
Turkan Bozkurt diyar kir ku piştî pevçunê ew di nava taxê de ditirsin û got: “Şev ji saet 00.00’an heya 05.00’an şer berdewam kir. Ez bawerim bombe avêtin hindirê malê. Ji ber dengê şer gelek dihat. Em ditirsin, niha ez dipeyîvim, hêzên dewletê dikarin paşê bên min li mala min bikujin. Li ser axa me ewlehiya canê me nîne. Yên li vêderê qetilkirin zarokên gelê kurdin. Bila gelê kurd li zarokên xwe xwedî derkevin.”
Dayika Sait Akbaş ê ku piştî şer girtin binçavan Hediye Akbaş jî got: “Di nava ciwanên li vêderê jiyana xwe ji dest dan û kurê min de ti cudahî nîne. Ez niha ji kurê xwe jî agahî nagirim. Yên li vêderê jiyana xwe ji dest dan zarokên min in.”
Ji şahidan Hatun Babat jî wiha axivî: “Yên îro ev li ciwanên me kirin, dê çi li me bikin. Dema ku mijar kurd be dewlet bi hovane êrîş dike. Yên li vêderê jiyana xwe ji dest dan zarokên min in.”
Hêzên dewletê ji nava taxê derketin, hina rageşî berdewam dike.
(kom/zt)