Parlamenterên HDP’ê Azadiya Welat ziyaret kirin
15:39
JINHA
ÊLIH - Parlamenterên HDP’ê biroya rojnemeya Azadiya Welat zîyaret kirin. Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku, pêdivî bibe dê ew jî ji bo xizmeta gelê kurd rojnamegeriyê bikin.
Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Saadet Becerîklî û Parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û aktÎfistên KJA’ê ji bo piştgiriya rojnamegerên ku duh polîsan di ser biroya rojnemeya Azadiya Welat ya Amedê de girtin û 27 xebatkaran xistin binçavan, biroya Êlihê ziyaret kirin.
Parlamenter ji aliyê xebatkarên biroyê ve hatin pêşwazîkirin. Berpirsiyarê biroyê Hesen Erzî bixêrhatina parlamenteran kir û diyar kir ku bi çapemeniya azad ji salên 90’î û şun de her tim rastî êrîşan hatiye. Hesen bi lêv kir ku, dê heya dawiyê li hemberî êrîş û astengiyan li ber xwe bidin û xebatên xwe bimeşînin.
Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî diyar kir ku ji bo rojnemeya Azadiya Welat û Ozgur Gundem her tim rastiyê nîşan dide rastî astengiya tê û got dewlet bi girtina rojnemeyan dixwaze rastiyên xwe veşêre.
Parlamenter Saadet Becerîklî jî anî ziman ku dewlet ji bo qirkirina çand, ziman û dîroka civaka kurd bi her awayî êrîşê kurdan dike, lê gelê kurd bi sedsalan e ku li hemberî hemû êrîşan têdikoşe û li ber xwe dide. Ji bo xwedî derketina rojnameyê beng li hemû gelan kir û got bila her kes bi dildarî ji bo rojnemeyê bixebite.
Parlanter Ayşe Acar Başaran jî piştgiriya xwe bi van hevokan anî ziman: “Bila nebêjin ku deme xebatkarên rojnameyê bên girtin dê hemû xebat bên rawestanadin. Em jî xebatkarên rojnameyê ne. Çi bikeve li ser milê me, em ê jî bikin. Ji ber rojname ji bo gelê xwe dixebite û em jî xebatkarên vê gelê ne. Em ji bo gelê xwe ne tenê parlamenterî di her qardê de bixebitin û xizmetê bikin.”
Parlamenter piştî axaftinan ji bo xebatên mîtinga 1’ê Îlonê ji biroyê veqetiyan.
(za-ho/rc)