Rojnameger bi saetan di wesayita binçavkirinê de hêlan

16:57

JINHA

AMED – Piştî serdegirtina buroya Azadiya Welat 23 rojnamegerên girtin binçavan li TEM yê tên girtin. Duh heya saet 23.00’ê şevê rojnameger di wesayita binçavkirinê de bê av û xwarin hêlane.

Duh polisan ser buroya belavkariya rojnama Azadiya Welat ya navçeya Rezan a Amedê ku li Tirkiyê tekane rojnama rojane kurdi weşanê dike ye de girtin û 23 rojnameger girtin binçavan. 4 saetan di buroyê de lêgerîn kirin û hemû tiştên di bûroyê de desteser kirin. Rojnamegerên bi wesayita binçavkirinê birin TEM yê heya saet 23.00’ê şevê bê av û xwarin di wesayitê de hêlan.

Hina 23 rojnameger li TEM yê tên girtin.

(zt)