Gelê Rojava hember dagirkeriyê daketin qadan

17:29

JINHA

KOBANÊ/ QAMIŞLO – Gelê bajarê Qamişlo herikî qadan û dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê li Bakûrê Sûriyeyê şermzar kir. Gelê Kobanê jî li hember lêkirina dîwaran ne razîbûnê xwe dan der û herikîn ber sînor.

Li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê li hember dagirkirina bajarê Cerablûsê bi hezaran welatî herikîn qadan. Welatiyên ku li Taxa Enteriyê ya bajêr hatin gel hev, alên YPG, YPJ û alek TEV-DEM’ê ya bi dirêjahiya 30 metreyan hilgirtin û dest bi xwepêşandan girseyî kirin.

Çalakvanan pankartên wekî “Ji bêdengiya navneteweyî re na”, “Ji dagirkeriya Tirkiye ya li Rojava û Bakûrê Sûriyeyê re na”, “Bi rihê Mezlûm, Egîd û Arîn em ê hişmendiya AKP’ê bişkînin”, “Rojava xaka azadî, rûmet û demokrasiyê ye wê ji rêjîma Erdogan û hevalbendên wî re bibe goristan” û “Em azadiya feylezûfê Neteweya Demokratîk Rêberê Abdullah Ocalan dixwazin” hildan û bi dengê bilind durişmeyên şermezarkirina Tirkiyeyê û silavkirina berxwedaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk berzkirin.

Piştî xwepêşandan gihşte Qada Şeîhdên Internasyonal, çalakvanan yekser berê xwe dan Mala Gel a Enteriyê û di kolana sereke re derbas bûn Li pêşiya Mala Gel li ser giyanê pakrawanan deqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a Qamişlo Şemsîxan Gulo axaftinek kir û got “Em li rex keç û xortên xwe yên şervanên YPG û YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. Ev şervan di vê germahiya havînê de xaka me û gelê me diparêzin.”

Şemsîxanê dagirkeriya Tirkiyeyê ji xaka Rojava û Bakûrê Sûriyeyê re şermzar kir û got ku li hemberî vê dagirkeriyê bêdengiyeke navneteweyî heye û wiha domand: “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bêdengiya xwe derkeve û li hemberî komkujî û kiryarên dewleta Tirk bisekine. Divê piştgiriyê bidin hêzên me yên şerê terorê dikin da ku aştî, demokrasî û biratiya gelan li herêmê pêk were.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina kiryarên Tirkiyeyê bi dawî bû.

Hêzên dewleta tirk bi îdiaya wan destûr ji rejîma Baasê girtiye û li ser sînorê di navbera Rojava û bakûrê Kurdistanê de dest bi lêkirina dîwarê şermê kirin, li ser lêkirina dîwar welatiyên Kobanê çûn ser sînor û bertek nîşanî hêzên dewletê dan. Welatiyên ev 2 roj in li ser sînor in, îro bi lêkirina dîwar re careke din herikîn ser sînor. Hêzên leşkerî yên bi 5 maşînên zirxî û TOMA kî hewl dide pêşiya gel bigire, gel jî ji hêla Asayîşê Kobanê ve tê parastin.

Hêzên tirk di Deriyê Sînor ê Murşîtpinare re 2 têlên sînor rakirin, 20 metran ji riya hesinî derbas bûn û li qada 100 metreyî beton rijandin. Walatiyên li ser banga TEV-DEM, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên heremê çûn herêmê, bi dirûşmên wekî "Kujer Erdogan" bertek dan nîşan.

Ji PDKS'ê bertekek hişk

Endamê Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd ya Suriyê (PDKS) Gêlo Îsa jî ev tişt got: "Ji dîwarê şermê û ji terora Erdogan re êdî bes e. Erdogan nikare an jî naxweze pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike, dixwaze dest bavêje destkeftiyên Rojava. Bi hemû hêzên faşîst ên berê qebûl nedirin ên wekî rejîma Esad, PDK/Berzanî re hevkariyê dike. Ev li dijî destkeftiyên me ne. Em jî li gel gelê Rojava li dijî van hêzên faşîst heta dawiyê destkeftiyên Rojava diparêzin."

Welatiyên li ser sînor herî dawî ji kamerayan re axivîn û destnîşan kirin ku ew dê li dijî vê dagirkeriyê heta dawiyê xwedî li axa xwe derkevin û axa xwe biparêzin.

(kom/rc)