Di êrîşên TSK yê de 3 jê zarok 5 sivîl hatin qetilkirin
08:26
JINHA
MINBIC – Artêşa Tirkiye ku êrîşên dagirkeriya axa Suriyeyê didomîne, komkujiyek din pêk anî.
Li gorî nûçeyên ANHA’yê ji herêmê girtin, êrîşên leşkerên TSK'ê li bakûrê ava Sacur ku ew jî li bakûrê Minbicê ye berdewan dike. Artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wan, saet derdora 19.00’an de bi dehan gundên li bakûrê ava Sacur topbaran kirin. Di topbaranê de li gundê Dendeniyê komkujî pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di encama topbaranê de 3 ji wan zarok bi giştî 5 sivîl hatin qetilkirin. Ji ber ku topbaran berdewam dike, derbarê encamên êrîşên li ser gundên din de agahî nehatin bidestxistin.
(zt)