Weşana Ozgur Gun TV birîn
08:29
JINHA
AMED - Weşana Televîzyona Gun TV'yê ku li ser TURKSAT'ê weşan dikir, ji hêla platforma pêre peyman çêkirî ve hate reşkirin.
Weşana Televîzyona Ozgur Gun TV ku li ser TURKSAT'ê weşan dikir, ji hêla platforma pêre peyman çêkirî ve seat di 12.00'an de hate birîn. Endamê Desteya Rêveber a Televîzyonê Bariş Bariştiran têkildarî reşkirina ekranên televîzyonê agahî dan û diyar kir ku rayedarên platformê hêj têkildarî rawestandina weşana wan de tu agahî nedane. Bariş daxuyand ku agahdar in ku demek dirêj e ji bo rawestandina weşana wan çews li ser platformê tên meşandin.
Bariş balkişand ser çewsên li ser çapemeniyê û wiha domand: "Demek dirêj e li ser platformê çews dihatin meşandin. Sedema rawestandina weşana me çewsên RTUK'ê ne. Ev biryar ji zordariyên li ser çapemeniya azad û muhalîf tên meşandin, cuda nîne. Ji ber vê yekê platformê heta niha ji me re sedemek û îzahatek aqlane nekiriye."
(zt)