Nûçegîhanê DİHA yê Engîn Eren serbest hat berdan

08:34

JINHA

SÊRT – Nûçegîhanê DÎHA'yê yê Sêrtê Engîn Eren piştî 17 roj şûnde serbest hat berdan.

Nûçegihanê ajansa DÎHA'yê yê Sêrtê Engîn Eren, ku 17 rojan li Mudûriyeta Polîsan a Tiloyê di binçavan de hat girtin piştî derxistin dadgehê serbest hat berdan. Engîn 13’ê tebaxê dema şopandina nûçeyan de, ji aliyê polîsan ve ji ber hincetek nayê zanîn hatibû binçavkirin. Engîn ku 17 rojan bi hinceta cih tune li Midûriyeta Polîsan a Tîlo dihat girtin, 17 roj şûnde sewqî dozgeriyê kirin. Bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" û “propaganda rêxistinê kiriye" sewqî dozgeriyê hat kirin. Pişti lêpirsîna 8 saetan bi daxwaza girtinê sewqî dagehê kirin. Engîn, li dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.

(zt)