ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mîzgîn Irgatê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşnûmepirs dabû meclîsê û serokê meclîsê ev radest kiribû. Mîzgînê got wê di mijara pêşnûmepirsê de israr bikin û wih agot: “Em yekane partiya ku li dij AKP’ê ne. Yekane hêza kul i dijî pergalê bisekine jî desthilatdariya gelê sivîle.
*Li Payîzava Koperatîfa Jinan Xavesor ya bi pêşengiya jinan hat avakirin, jiyanek komunal esas digire û gel tevlî hilberînê dike. Dahatuya serayan jî wê ji bo jinûve avakirina Geverê ku berxwedana rêveberiyên xweser lê hat jiyîn bê bikaranîn.
*Komîna Şehîd Arîn a taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê, projeya çêkirina zetirê dan destpêkirin. Berhema vê projeya biçûk, di jiyana jinan de encamên girîng dide avakirin.
*Parêzer Dîren Cevahîr Şeng diyar kir ku jinên parastina cewherî dikin, parastina rewa fêdeyê nagirin û got: “Mêrên serbest tên berdan qetilkirinan berdewam dikin. Hemû hewldana desthilatdariyê ji bo mezinkirina mêr e û li ser navê parastina pêkanînên mêr xwe heyî dike.”
*Parlamenterên HDP’ê ji bo mîtînga ku bi pêşengiya KJA’ê de wê di 1’ê Îlonê bê li dar xistin, banga tevlîbûnê li hemû jinan kirin. Parlamenteran diyar kir ku, dê di mîtîngê de li hemberî şerxwazan, daxwaza xwe ya aştiyê biqîrin.