2.yemîn Konferansa RAJIN-Rojava pêk hat
10:42
JINHA
AMÛDE – 2.yemîn Konferansa RAJIN-Rojava bi tevlîbûna 152 delegeyan li bajarê Amûdê pêk hat.
Li bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê 2'yemîn Konferansa RAJIN-Rojava bi dirûşmeya "Raghandina Azad a Jinê bi Cewhera Şoreşê Pêşdikeve" bi beşdariya 152 delegeyên jin pêk hat. Li salona konferanê posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û nûçegihanên jin yên ku bi lehengî jiyana xwe ji dest dane û her wiha pankarta "Gurbet, Denîz û Arîn Rênîşandanên Raghandina Azadin" hatin daliqandin. Di konferansê de nûçegihanên Kantona Kobanê, Efrîn û Cizîrê amede bûn. Her wiha nûçegihanên jin ên Helebê jî amede bûn. Nûçegihanên jin ên Ewrûpa û Şengalê jî amede bûn. Di konferansê de Seroka Desteya Çand û Huner a Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid, Berdevka fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd, Endama Desteya Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk Foza Yûsiv, endamên çapemeniya raghandina YPJ`ê, raghandina Tevgera Jinên Ciwan, raghandina jinên PYD`ê, ekîba sînema, Rêveberiya TEV-ÇAND`ê Ruha Amanos û nûçegîhanên RAJIN tevlî konferansê bûn.
Piştî deqeyekê rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê konferansê endama Desteya Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk Foza Yûsiv rewşa siyasî û bi taybet dagirkeriya Tirkiyê ya bajarê Cerablus bi berferehî nirxand. Fozayê destnîşan kir ku, li bakûrê Sûriyê şerekî navnetewî pêk tê û got ku, tevahî dewletên derve dixwazin li gorî berjiwendiyên xwe ji şerê Sûriyeyê sûdê werbigrin.
Piştî axaftina Fozeyê peyamên pîroz kirinê ya ji aliyê çapemeniya YPJ'ê, Saziya Zanist û Raman, Desteya Çand û Huner hatin xwendin û nirxandina xebatê du salan hat kirin.
Nûçegîhanan xebatên JINHA, ANHA, Rojnameya Ronahî, radyo û televizyona Ronahî nirxand. Di konferansê de hat destnîşan kirin ku tevahî sazî di mijara nebûyîna reng û dengê jinê, berxwedanî, têkoşîn û êşa jin ne anîne ziman, kêm maye. Nûçegihanan sedema kêmahiyên tê jîn wek ne naskirina dîroka jin û di warê bîrdozî de xwe baş ne bi rêxistn kirine dît.
Biryarên girîng hatin girtin
Agirî Yilmaz û Arîn Cûdî ji bo rola jinê ya di şoreşa Rojava de raghînin bi keseyet û wêrekiyekiya mezin di qada herî pêş de têkoşiyan û di encama berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan. Her du têkoşerên jin sembola raghandina azad hatin pejirandin.
Ji bo RAJIN-ROJAVA bikarbe gav bavêje û rolê xwe bileyîzê biryar hate girtin ku Akademî vebe. Her wiha biryara servîsa JÎNHA ya erebî û li ANHA servîsa jin bên vekirin hat girtin.
Gotina bidawîkirina konferansê ji aliyê Rêveberiya RAJIN-ROJAVA Jiyan Hêvî ve hate kirin. Jiyanê bi lêv kir ku, divê tevahî nûçegihanên jin xwedî li biryarên xwe derên û got ku, ew ê mîrateya jin ê şoreşa Rojava biparêzin û di xeta cangoriyên jin ên raghandinê têbikoşin.
(gb/rc)