Bi tevlîbûna 250 mamoste konferans dest pê kir

11:09

JINHA

KOBANÊ – Yekemîn Konferansa komîteya perwerdeya civaka Demokratîk a mamosteyên jinê ya herêma kobanê destpê kir.

Konferans di salona Meclîsa Zagonsaz a hêrêmê, bi beşdariya 250 mamosteyên kantona kobanê, bajaroka Sirîn û bajarê Girê Spî, bi dirûşmeya “Jina Azad, Civaka azad e” birê ket.

Endamên Rêveber ên Desteya Perwerdeyê ya kantona Cizîrê Şêrîn Xelîl û Merwa Ilyas, Seroka Desteya Rêveber a kantona Kobanê Nesrîn Kenan, Seroka Desteya Jinê Emîne Bekir, Seroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê Feîze Ebdî û Seroka Desteya Werzîşê Elmaz Romî jî di konferansê de amede bûn.

Salona Konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşer Viyan Amara, Gulistan Hesen û Şêrîn Hesen hat xemlandin. Konferans bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, paşê ji bo dîwanê 6 mamosteyên jin hatin hilbijartin.

Gotina vekirinê jî ji aliyê Endama komîteya amadekar Rodîn Mihidîn ve hat kirin.

Tê payîn ku di vê konferasê de, beşek ji pareznamyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên derbarê xebat mamostetiyê de bê xwendin, Seroka Komîteya mamosteyên jin a kantona Kobanê bê hilbijartin, her wiha kar û barên salane yên mamosteyên jin li kantona kobanê bê destgirtin.

Konferas bi axaftinan dewam dike.

(kom/rc)