Mitîng taloqî 3'yê Îlonê hat kirin
11:40
JINHA
ÊLI - Mitînga li Êlihê di pêşengtiya KJA'yê dihat payîn di 1'ê îlonê de bê li darxistin, taloqî 3'yê îlonê hat kirin.
Dihat payîn di 1'ê îlonê de li Êlihyê di pêşengtiya KJA'yê de mitînga "Ez xwedî li Rêbertiya xwe, Axa xwe û Azadiya xwe derdikevim" bihata li darxistin, lê Walîtiya Êlihê mitîng qedexe kir. Hevgirtiyên KJA'yê û jinan diyar kir ku mitîng taloqî 3'yê îlonê hatiye kirin. Wekîla HDP'ê Ayşe Acar Baişaran bertek nîşanî biryara walîtiyê da û aşkera kir ku ew dê vê hişmendiya qedexekar nas nekin û di 3'yê îlonê roja şemiyê mitîngê pêk bînin.
Ayşeyê bi lêv kir ku dê mitîng li ber Stadyuma 16'ê Mayisê bê li darxistin.
(rc)