‘Birîndar tazî kirin û bi îskencê birin’

12:43

JINHA

WAN – Li Taxa Hacibekir nîvê şevê polisan ser malekê de girtin 2 kes bi birîndarî girtin binçavan. Ciwanê bi navê Mustafa Duman jî li mala xwe guleyek bi serê wî ket û rakirin nexweşxanê. Şahidên bûyerê diyar kirin ku birîndar tazî kirin û bi îskencê binçav kirin.

Li kolana Surmelya taxa Hacibekir a navçeya Rêya Ermuşê ya Wanê derengiya şevê polisan bi gelek wesayitên zirxî ser malan de girtin. Bi alikariya helîkopteran û wesayîtên zirxî li gel çekên giran êrîşî malekê kirin. Di dema êrîşê de şer derket. Di dema şer berdewam dikir de li gorî şahidên bûyerê dan zanîn dem dem wesayitên zirxî tax gulberan kirine û diyar kirin ku di dema şer berdewam dikir de 2 kes bi birîndarî girtin.

Nayê zanîn bi ku de birin

Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku di dema şer berdewam dikir de polisan 2 kesên birîndar tazîkirin û bi îskencê bincav kirin. Şahidan bilêv kirin ku dema birîndar tazî îskence kirin paşê li wesayitên zirxî kirin û birin. Şahidan diyar kirin ku 2 ciwanên nasnama wan nayê zanîn bi ku de birin jî nayê zanîn.

Li aliyê din jî bi gulebarana ji wesayitên zirxî ciwanê bi navê Mustafa Duman ji serê xwe giran birîndarbû. Mustafa yê paşê ji aliyê xizim û derdorê ve rakirin Nexweşxana Hekîm Lokman talokeya jiyana wî berdewam dike.

Di taxê de gelek bax û baxçeyan ziyan ditine, mala ku tê de şer derketiye jî şopên xwînê û guleyan tên dîtin.

(ng/zt)