Banga tevlîbûna daxuyaniya dîrokî hat kirin

13:24

JINHA

AMED - Amadekariyên dawî yên daxuyaniya dîrokî ya ku dê sibê saet di 17.00'an de li ber KCD'ê bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP'ê bê dayîn, ber bi dawiyê ve tên. Têkildarî vê Wekîlê Hevserokatiya DBP'a Amedê Abdûllah Eflatûn jî bo beşdarbûyîna daxuyaniyê bang li gel kir û her kesî vexwand daxuyaniyê.

Amadekariyên dawî yên daxuyaniya ku dê sibê saet di 17.00'an de li ber KCD'ê bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP'ê bê dayîn, ber bi dawiyê ve tên. Daxuyaniya ku derbareyê naveroka wê de agahî nehat dayîn, dê hevserokên KCD, HDK, KJA, DBP û HDP'ê, hemû parlementer û hevserokên şaredariyan, nûnerên saziyên kurdî û welatî beşdar bibin.

'Dê rojeva sereke Ocalan be'

Têkildarî amadekariyên daxuyaniyê Wekîlê Hevserokatiya DBP'a Amedê Abdûllah Eflatûn axivî. Abdûllah diyar kir ku, daxuyaniya dîrokî bi gellek hêlên xwe ve peyamên berfireh di xwe de dihewîne û got ku, ji van rojevan a sereke yek jê Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan e. Abdûllah anî ziman ku, dê di daxuyaniyê de daxwazên arasteyî çareserkirina pirsgirêka kurd, daxwaza israra aşitiyê ya gelê kurd careke din bê dubarekirin û bo raya cîhanê bê parvekirin û got, dê li hemberî êrîşên ku li dijî destkeftiyên gelê kurd xwe didin der bi awayekî zelal tevgerînek xwe bide der. Abdûllah anî ziman ku, dê îro û sibê jî têkildarî daxuyaniyê careke din bên gel hev û civînan li dar bixin.

'Ewlehî peywira me ye'

Abdûllah bi lêv kir ku, li cihê ku daxuyanî lê bê dayîn dê herî kêm 500 kes bo ewleyiyê peywirê bigire û diyar kir ku dê ji niha û pê ve di hemû çalakiyan de gelê kurd bi awayekî zêde ewleyiya xwe bigire.

Abdûllah, bang li hemû gelê kurd kir da sibê saet di 17.00'an de li ber avahiya KCD'ê bên gel hev û xwedîtiyê li daxuyaniyê bikin. Eflatûn got, hîn nediyare ku dê daxuyanî ji aliyê kê ve bê xwendin.

(kom/rc)