Çalakiya ‘Nobeta Azadiyê’ ya Şengalê dawîbû
14:35
JINHA
ŞENGAL - Çalakiya Konê Azadiyê ya bi pêşengiya Meclîsa Jinên Şengalê hatibû destpêkirin bidawîbû. Roja dawî ya çalakiya Konê Azadiyê berdevka Meclîsa Jinên Şengalê Naem Îlyas axivî û got "Azadiya Serokatî azadiya Êzîdxanê ye."
Çalakiya Konê Azadiyê ya bi pêşengiya Meclîsa jinên Şengalê de hatibû vedan 3 rojan berdewam kir. Di çalakiyê de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat xwestin û derdarê rewşa Ocalan de gel hat agahdar kirin. Di nav sê rojên çalakiyê de Meclîsa Avaker ya Şengalê, PADÊ, Mamosteyên Şengalê, Çand û Hunera Şengalê û gelek welatî cihê xwe girtin û piştgirî dan Meclîsa Şengalê ya diasporayê ya ku bo azadiya Ocalan ketine greva bîrçîbûnê. Di roja dawî ya çalakiyê de berdevka Meclîsa Jinên Şengalê Naem Îlyas axivî.
Naem di serî de yên di biniya Meclîsa Şengalê de ketine gireva birçîbûnê silav kir û wiha domand: "Em serî de xêrhatina hemu mîvanan dikin. Ev sê rojin gelek hevalên me, miletê me hatin bin vê kona şeref û namusê de cihê xwe girtin. Cardin hevalên me yên Meclîsa Şengalê ya Diasporayê ya ku niha gireva birçîbûnê de ne slav dikim û dibêjim heya dawî em bi we re ne. Heta dilopek xwîn damarê me de hebe em ê ticaran Serokê xwe bîrnakin. Ew miletê Êzîdî ji tarî yê derxist ronahî yê. Riya me ronî kir. Rê nîşanê me kir, ji ber ku ew Rêberek e. Hemu kesên xwedî namus û şeref divê ticaran di demeke wisa de runiştin ji xwe re qebûl neke. Bi fikr û felsefeya Serokatî em nû gihiştin ferqa xwe.”
Naem ji bo yên di xeta îxanetê de jî wiha got: “Kesên ku piştgirî dide xiyanetê em şermezar dikin. Kesên wek Erdogan û hevalbendên wan nikare îrada me bişkine. Îro Erdogan û gelek dewlet û siyasatmedarên xwe firotî lîstokan li ser gelê me dikin û planên qirêj ser me dimeşînin. Lê hemu kes baş bizanibin ku em ne wek berê ne. Ji fermanê şunda me fêm kir ku kî dost e kî dijmin e. Ji vir şunda tiştekî ku em winda bikin ne maye. Em ji kesî natirsin. Em îrada xwe naspêrin kesî. Em axa xwe bernadin."
Naem balkişand ser girîngiya fikrên Ocalan ji bo xweseriya Şengalê û wiha berdewam kir: "Heya niha gelek dewlet, kes hatin gotin em ê xwedî li we derbikevin; lê kes nehişt îrada me hebe, xwestin em her bindestê wan de bimînin. Lê Serokatî got ku bila îrada Şengalê çêbibe. Ev çalakiya ku îro li çar aliyê dinyayê Êzîdî ketine de em dizanin ku xweseriya me ji azadiya Serokatî gengaz e. Yekîtiya Êzîdxanê bi azadiya Serokatî gengaz e. Azadiya Serokatî azadiya me ye. Serok azad nebe em azad nabin. Kesên azadî dixwazin divê nav kar û çalakiya de bin. Em gelê Rojava jî slav dikin û berxwedaniya wan li hember dagirkeriyê pîroz dikin. Bila bizanibin ku em wek gelên azadîxwaz her derê bi hev re ne. "
Axaftina girtina çalakiyê jî Endama Meclîsa Jin Zehra Silêman kir. Zehra bal kişand ser giringiya yekîtiya Êzidiyan li hember êrîşên li ser Abdullah Ocalan û wiha dom kir: "Du salin nahêlin em xeberek ji Serokê xwe bigrin. Bi van şêwazan dixwazin berxwedaniyên Şengal, Rojava û Bakur bitepisînin. Lê me carek fikrê paqij naskir, carek din em bindestî qebûl nakin. Bo azadiya Serokê xwe em li vir kombûn. Ev sê rojin ev çalakî berdewam dike û îro roja dawî ya çalakiya me ye. Em spasiya hemu kesan bi taybet Meclîsa Jin ku pêşengiya çalakiyê kirin dikin. Ev çalakiyên wisa riya rastiya Êzdatî ye. Ev çalakî yekîtîya Êzidiyan ava bike. Ev çalakiya me û daxwaziya miletê Êzidi ku miletekî ku ji fermanekî derbas bûye daxwazekî wan heye ew jî azadiya Serokatiye.
Ev du sal e piştî Şengal ji xwe hesya û xweseriya xwe xwest destê Serok û Şengalê ji hevdu qut kirin. Naxwazin fikr û felsefa Serokatî gelan ronak bike. Ev tirsa wan ji bo desthilatdariya wan e. Êzîdî li ser felsefa Serokatî hêza xwe avakirin. Xwesteka miletê Êzîdî bû ku fikrekî wisa paqij têkeve nav me. Heta niha dervayî Seroktî tikes nehîşt gelê Êzîdî rabe ser xwe. îro wek jinên Êzîdî û ciwanên Êzîdî em dibêjin em ê xweseriya xwe avabikin û Serokê xwe azad bikin. Em spasiya hemu kesên tevlê vê çalakiyê bûne dikin. Em slavê xwe ji Şengal heya Îmraliyê dişinîn. Heta hevdîtîn Serok re çênebe û Serok azad nebe û heta fikra Serok giştî Êzîdxanê de belav nabe em ê nav çalakiya de bin. Em dibêjin jiyan berxwedan e, jiyan serhildana e. Bijî Serok Apo."
Çalakiya konê azadiyê bi sloganên 'Bijî Serok Apo', 'Bê Serok Jiyan Nabe' dawîbû.
(kom/zt)