Edîtorê beşa Kurdî ya DÎHA'yê hat binçav kirin
14:47
JINHA
AMED - Edîtorê beşa kurdî ya DÎHA'yê Mehmet Alî Ertaş, piştî daxuyaniya CRA'yê dema ji saziyê derdiket ji hêla polîsan ve li maşîneya zirxî hat sîwarkirin û ew binçav kirin.
Berî du rojan polîsan bi ser buroya belavkariyê ya rojanmeya Azadiya Welat de girtibûn û 25 xebatkarên hatibûn binçavkirin. Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) li buroya rojnameyê ya li Amedê daxuyanî da û serdagirtina buroyê û girtina rojnamegeran şermezar kir. Edîtorê beşa kurdî ya DÎHA'yê Mehmet Alî Ertaş dema ji saziya DÎHA'yê derdiket hat binçavkirin. Mehmet di heman demê de rêveberê Camiyetê Rojnamegerên Azade jî. Piştî kontrola nasnameyê Mehmet li maşîna zirxî hat sîwarkirin û ew birin Midûryeta Polîsan a Amedê.
(rc)