CRA: Divê rojnamegerên hatine binçavkirin serbest bên berdan

16:06

JINHA

AMED – Piştî serdegirtina buroya belavkariya Azadiya Welat 25 rojnamegerên ku hatine binçavkirin hêj lili TEM yê tên girtin. CRA'yê bi daxuyaniyekî berfireh li hember êrîşa li ser yekane rojnameya bi kurdî Azadiya Welat, binçavkirina xebatkarên wê û girtina televîzyona Ozgur Gun TV'yê şermezar kir.

Polisan bi ser buroya belavkariya rojnama Azadiya Welat ya navçeya Rezan a Amedê ku li Tirkiyê tekane rojnama rojane kurdi weşanê dike de girtin û 25 rojnameger girtin binçavan. Rojnamegerên ku bi wesayita hatin binçavkirinê 3 roje li TEM yê tên girtin. Camiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) bi boneya êrîşên ser çapemeniyê şermezar bike daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Hevserokê CRA'yê Hakki Boltan, rêveber û endamên CRA'yê, nûnerên saziyên civaka sivîl, malbatên belavkaran û gelek kes amade bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike" hat berzkirin, pankarta "Em generalên Apê Mûsa ne", "Rastî di tarîtiyê de namîne" û dowîzên bi nivîsên berteka li dijî êrîşên li ser çapemeniya azad hatin hildan. Polîsan bi hinceta "Qedexeya daxuyaniyan heye" destûr neda ku daxuyanî li derve bê dayîn. Li ser vê di buroya belavkariyê ya rojnameyê de daxuyanî hat dayîn.

Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hakki Boltan diyar kir ku 28'ê tebaxê wê ji bo desthilatdariya Tirkiyeyê bibe yek ji rojên rûreşiyê û wiha got: "Di 28’ê tebaxê de polîsên AKP’ê bi awayekî dijhiquqî avêtin ser Navenda belavkariya Azadiya Welat ku tekane rojnameya kurdî ye li Tirkiyeyê derdikeve. Di encama lêgerîna avahiyê, 25 xebatkarên rojnameyê yên ku di beşa belavkariyê de dixebitîn, bi darbkirinê û îşkenceyê hatin binçavkirin. Di serî de em vê bêhiquqîyê li Azadiya Welat hatiye kirin qebûl nakin û em dixwazin tavilê hevalên me yên rojnameger bên berdan.”

Hakki wiha domand: " Azadiya Welat jî beşa belavkariya rojnameyê jî bi helwesta xwe êrîş, ji niha ve vala derxist. Lê helbet ev têr nake. Ji bo ku ev êrîş bi dawî bibin pêwîste ku xwedîderketin, piştevanî zêdetir bibe. Ya rastî êrişa hatiye ziman, çand, dîrok, hafizeya kurdeyatiyê ye. Îro roj xwedî derketina li Azadiya Welat jî tê wateya xwedî derketina li xwe û li nirxê xwe ye. Em îro di serî de bang li hemû sazî û dezgehên çi neteweyî çi navnetewî yên çapemeniyê dikin, em bang li sazî û dezgehên civaka sivîl ên demokratîk dikin.”

Hakki bal kişand ser êrîşên hember Ozgur Gunê û wiha pêde çû: "Bi şev televîzyona Ozgur Gunê ku li ser TURKSAT’ê weşan dikir, ji ber zextên RTURK’ê hat girtin. Em wekî cemîyet vê helwestê şermezar dikin. Êrîşên li hemberî weşanên çapemeniyê di esasê xwe de êrîşên li hemberî civakê bi xwe ne. Em wek Cemiyeta Rojnamegerên Azad bang li rayedaran dikin. 25 hevalên me yên rojnameger ên ku du sê roje bê hiquqî hatine binçavkirin serbest bên berdan."

(ra/rc)