Edîtorê DÎHA'yê serbest hat berdan

16:52

JINHA

AMED - Edîtorê beşa kurdî ya DÎHA'yê Mehmet Alî Ertaş ku piştî daxuyaniya CRA'yê ji aliye polîsan ve hat binçavkirin li qereqola polîsan serbest hat berdan.

Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) li buroya Azadiya Welat a Amedê daxuyanî da û serdagirtina buroyê û girtina rojnamegeran şermezar kir. Piştî daxuyaniyê dema Edîtorê beşa kurdî yê DÎHA'yê û Rêveberê CRA'yê Mehmet Alî Ertaş ji saziyê derdiket hat binçavkirin. Mehmet di heman demê de rêveberê CRA'yê jî, piştî kontrola nasnameyê Mehmet li maşîna zirxî hat sîwarkirin û ew birin Qereqola Polîsan a Rezan. Mehmet, ku bi îdîaya der barê wî de desyoyek heye îmze kir û şûnde serbest hat berdan.

(rc)