Li Êlihê dagirkirina Cerablusê hat şermezarkirin
16:52
JINHA
ÊLIH- Platforma Ked û Demokrasiyê êrîş û dagirkerina Cerablusê şermezar kir û diyar kir ku, divê dewleta tirk demîldest ji Rojava hêza xwe bikîşîne.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ji bo dagirkirina dewlata tirk a Cerablusê û êrişên dawî daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber Sinamaya Yilmaz Guney pêk hat. Serokê şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Bagatir daxuyanî xwend û got ku, dewleta tirk piştgiriyê dide çeteyan û êrişê hêza parastina gelan dike.
Mehmet diyar kir ku, tu mafê tirkiye yê tune ye ku bikeve Rojavayê û bila demildest hêza xwe ji Rojava bikşine. Mehmet anî ziman ku, polîtîkaya Tirkiyeyê ya ku bi salan e li ser Sûriyeyê dike vala derket û wiha axivî: “Dewleta tirk hêza Kurd ya Navnetewîn ji bo xwe wek gefek dibîne û di 24’ê tibaxê de bi hinceta DAIŞ’ê hêza xwe bir Rojava û bajarê Cerablusê dagirkir. Ev qet ne exleqiye û nayê qebûl kirin.”
Mehmet dagirkirina Cerablusê bi tund şermezar kir û bi lêv kir ku, ew wek Platforma Ked û Demokrasiyê li hemberî vê dargirkerî û êrîşan in.
Daxuyanî bi çepîkan bi dawÎ bû.
(za-ho/rc)