Polisan êrîşî taziya Zîlan a YPJ yî kirin
18:14
JINHA
MÊRSÎN - Şervana YPJ'ê Zîlan Ozkilavuz (Xwînda Gabar) di şerê li bajarê Mibicê de jiyana xwe ji dest dabû, konê sersaxiyê yê ji bo Ozkilavuz hatibû dayîn polîsan êrîş kir. Ji ber bombeyên gazê gelek kes pê bandor bûn.
Şervana YPJ'ê Zîlan Ozkilavuz (Xwînda Gabar) ya di operasyona azadkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo wê li taxa Gundogdu ya navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê konê sersaxiyê hatibû danîn. Polîsên bi maşînên zirxî hatin cihê sersaxiyê, bêyî ku welatiyan hişyar bikin, bi bombeyên gazê êrîşî welatiyên di konde rînişti bûn kir û konê sersaxiyê jî belav kir. Ji ber êrîşên polîsan şibekeyên otobusa li ber kon jî şkestin. Der barê binçavkirinan de tu agahî nehatin girtin, lê gelek welatî bi gazê bandor bûn.
(zt)