Di navbera Meclisa Leşkeriya Cerablusê û artêşa Tirk de agirbest
18:59
Tebax
30
/ 2016
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Çavkaniyeke leşkerî ku nexwest navê xwe aşkera bike ji diyar kir ku di navbera Meclisa Leşkerî ya Cerablusê û Artêşa Tirk de bi sponseriya Amerîkayê îro danê nîvro agirbestek pêk hatiye.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, leşkerê ku nexwest navê xwe bêje, bi hevkariya DYA'yê herdu aliyan li hev kiriye û agirbest hatiye îlankirin.Dewleta tirk berî 7 rojan bi hin komên çete re bajarê Cerablusê dagir kiribû û şer destpê kiribû. Artêşa Tirk piştî Cerablus dagir kir, hewl dida êrîşî Federasyona Bakurê Sûriyeyê bike.
(zt)