Polisan ser navenda Feqiyê Teyran de girtin û talan kirin

08:06

JINHA

COLEMÊRG - Polîsan bi ser Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran a girêdayî Şaredariya Colemêrgê de girt û navend serobin kir.

Polîsên girêdayî Midûryeta Polîsan a Colemêrgê, di saetên êvarê de bi ser Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran a girêdayî Şaredariya Colemêrgê de girtin. Navenda ku di betlanê de bû, polîsan deriyên wê şkandin û avahî talan kirin. Polîsan serdagirtina saziyê jî bi îdiayên wekî "me îxabara 2 kadroyên çiyê bi 15 kesan re di navenda çandê de civînê digirin" dan nîşan. Polîsan piştî navenda çandê serobin kir, dest danî ser kompîtûr, pirtûk û belgeyên aydê kûrsvanan. Lêgerîna heta derengiya şevê berdewam kir, tu kes nehat binçavkirin.

(zt)