ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Li kampên Êzidiyên ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê reviyan, merciya ku pirsgirêkên tenduristiyê çareser bike nîne. Ligel ku gelek jin nexweşin nekarin biçin nexweşxaneyan û li kampan pirsgirêkên cidî tê jiyîn.

*Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê Ayşegul Kocaaslan ji ber ku di mîtînga 8’ê Adarê de metna ku daxwazên jinan dianî ziman xwend, têkildarî wê de lêpirsîn hat vekirin. Ayşegulê got: “Desthilatdarî li şûna ku daxwazên me gundar bike me ceza dike. Em dest ji daxwazên xwe bernadin. Emê li mafê xwe bigerin.”

*Yekitiya Hêza ji bo Ked û Demokrasiyê li Stenbolê ji bo mîtînga Aştiyê ya Cîhanê xwe amade dike. Jinên siyasetmedar diyar kirin ku 1’ê îlona îsal cuda girînge û xwestin ku li dijî polîtîkayên dijminê jinê û şer her kes aştiyê biqîre.

*Jinan bertek nîşanê zextên li ser rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat dan û gotin: “Her rojname jî rojnameyên jinane. Divê em zêdetir têbikoşin û piştgiriyê bidinê.”

*Jinê Wanê ji bo 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê banga xwe dubare kirin û got 1’ê îlonê wê bi azadiya Abdullah Ocalan watedar be.

*Kesên li taxa Xaçort a Wanê dijîn, diyar kirin ku hêmayên şerê taybet ku hewl didin tirs û bêbaweriyê biafirînin xistine dewrê. Şêniyên taxê gotin ew kevneşopiya dewletê baş dizanin û wiha got: “Ev lîstikên dewletê ne. Bila me netirsînin. Em polîtîkayên dewletê baş dizanin, em bi wan bawer nakin.”

*Li gundè kerboranê ji jinên di nava xebatên amadekariyên zivistanê de Sultan Ekîncî got ku ew hersal vî demî dest bi amadekariyan dikin û hemû tiştên xwe xwezayî bi destê xwe çêdikin.

*Nivîskar û Rojnamevanên jin yên Başurê Kurdistanê, bi tundî êrîşên ser çapemeniya azad li Bakurê Kurdistanê berdewam dikin şermezar kirin û banga yek dengiyê li çapemeniya kurdan kirin.

*RAJIN -Rojava 2.yemîn konferansa xwe li bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê li dar xist. Rojnamevanên ku tevlî konferansê bûne gotin ku, hêvî serkeftina jinê ye.