Jinên Êzidî ji ber sedema newekheviyê nagihêjin mafê tenduristiyê

09:01

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED – Li kampên Êzidiyên ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê reviyan, merciya ku pirsgirêkên tenduristiyê çareser bike nîne. Ligel ku gelek jin nexweşin nekarin biçin nexweşxaneyan û li kampan pirsgirêkên cidî tê jiyîn.

Di 2’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşên Şengalê kirin û bi hezaran Êzidiyî koçî bajar û navçeyên Kurdistanê kirin. Êzidiyên bi koçberiyê re li qadên diman pirsgirêkên tenduristiyê jiyan, ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê jî li nexweşxaneyan nayên dermankirin. Ji bo kesên ji Sûriyeyê hatin nasname hatin derxistin û bi saya vê xizmeta tenduristiyê dibînin û Êzidî bi tevahî ji derveyê vê pêkanînê dimîne. Jinên kampa Şengalê ya di bin bana şaredariya Yenîşehîrê a Amedê hatiye vekirin bertek nîşanê polîtîkayên dewletê dan. Meyan Xelef ya 45 salî ku li kampê dimîne û pisgirêkên cidî yên tenduristiyê dijî got her kes pirsgirêkên tenduristiyê dijîn û nekarin biçin nexweşxaneyê.

‘Ji mafê tenduristiyê bêpar hiştin sûce’

Meyan ku 3 caran emelyet bûye got ji ber dermankirina wê nayê kirin êşa wê zêde bûye û wiha got: “Doktorên dildar mudaxale dikin. Nexweşên giran yên jin ji aliyê nexweşxaneyên dewletê ve şûnde tên şandin. Em ji DAIŞ’ê reviyan hatin vir. Hikûmeta Tirk her astengiyê dide pêş me. Ji ber em Êzidîne wisa dikin. niha dibêjin wê welatîbûnê bidin Sûriyeyiyan. Ew wê naxwazin. Bila tenê xizmeta tenduristiyê bidin bese. Emê vegerin xaka xwe. Ji mafê tenduristiyê bêpar xistin sûce. Dewlet sûc dike.”

'Me ji nexweşxaneyan şûnde dişînin’

Zerîf Hemmo (63) got ew nexweşa dile û got divê demildest mudaxaleyê wê bê kirin û got: “komîsyona tenduristiyê ya DBP, KCD û SES’ê piştgiriyê didin me. Lê kesên nexweşiyên wan giran û divê bên emelyetkirin pirsgirêkan dijîn. Neviyê min yê 5 salî her diçe çavên wî tarî dibin. Ji sedî 60 nabîne. Dermankirina wî heye lê nexweşxane me şûnde dişînin. Divê pêşî li vê bê girtin. Em bi daxwaza xwe nehatin vir. Divê dewleta Tirk nexweşxaneyan ji me re veke.”

‘Divê Tirkiye dest ji piştgiriya DAIŞ’ê berde’

Xunaw Yusu (70) jî wiha got: “Ji roja em hatine Amedê gel li cem me bû. Tevî hemû zehmetiyan gelê Kurd têkoşiya. Me di mijara tenduristiyê de pirsgirêk jiya. Mafê dane Sûriyan nadin me. Ev nayê qebûlkirin. Helweta Tirkiyeyê ya li dijî Êzidiyan cudaye. Em li dijî zilma li gelê Kurd hatiye kirin bûn şahid. Me cuda dibînin. Êzidiyan qebûl nakin. Divê dewleta Tirk dest ji piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê berde.”

(sg/hu)