'Azadiya Welat û Ozgur Gundem rojnameyên jinane’

09:05

JINHA

STENBOL- Jinan bertek nîşanê zextên li ser rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat dan û gotin: “Her rojname jî rojnameyên jinane. Divê em zêdetir têbikoşin û piştgiriyê bidinê.”

Piştî rojnameya Ozgur Gundemê hat girtin şûnde sê roj berê li bi ser buroya navendî ya Azadiya Welat de hat girtin û 25 xebatkarên rojnameyê hatin binçavkirin. Gel bertek nîşanê zextên li ser rojnamegeran dan.

'Çima zextan li dengê me dikin’

Xebatkara YAKA-DER’ê Cemîle Çelîkê zextên li ser rojnameya Azadiya Welat şermezar kir û got: “Li vî welatî şerekî qirêj heye. Ji bilî Ozgur Gundem û Azadiya Welat ti rojnameyê ev şerê qirêj neda bihistin.”

Dayika aştiyê Gulten Oktay jî pirsa tevî ku em evqas aştiyê dixwazin, çima reng û dengê me Ozgur Gundem û Azadiya Welat rastî zextan tên.

'Em ê piştevaniyê berdewam bikin’

Endama Koordînasyona KJA’yê ya Stenbolê Hanim Kurum jî got wê bi rihê piştevaniyê ligel çapemeniya azad bin û di nava piştevaniyê de bin.

Berdevka KJA’yê ya Sultanbeyliyê Bîrgul Guzelê jî got: “Nekarin me bêdeng bikin. Emê heta dawiyê piştgiriyê bidinê.”

‘Rojnameya jinê ye’

Hevseroka HDP’a Sultanbeliyê Hadibe Yazdikê jî got ew bi çapemeniya azad re di nava piştevaniyê de ne û got Ozgur Gundem ji roja dest bi weşanê kiriye rastî zextan hatiye û got: “Her rojname jî rojnameyên jinane. Divê em zêdetir piştigiriyê bidinê û têbikoşin.”

Nûçegîhana DÎHA’yê Elîf Çetînerê jî got: “Azadiya Welat bi Kurdî weşandê dike û gel bi zimanê xwe rojanmeya xwe dixwîne. Divê ev zext wisa bê dîtin. Zextên li dijî çapemeniya azad parçeyekê şer e.”

(ro/odk/hu)