'1’ê îlon3e bi azadiya Abdullah Ocalan wê watedar be’

09:05

JINHA

WAN - Jinê Wanê ji bo 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê banga xwe dubare kirin û got 1’ê îlonê wê bi azadiya Abdullah Ocalan watedar be.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê diyar kirin ku 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan wê watedarti be. Leyla Dumanê diyar kir ku ji bo aştî bê Kurdistan û hemû cîhanê divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û bigihêje azadiya xwe. Leylayê got: “Em dayik tevî zarokên me yên hatin kûştin û tecrîda li ser serokatiya me hîna jî aştiyê dixwazin. Em layiqê Roja Aştiyê ya Cîhanê bin. Bila tecrîda li ser Rêbertiya me rabe. Bila zarokên me nemirin.”

'Em dest ji aştiyê bernadin’

Perîhan Aslanê jî got hewcedariya cîhanê bi aştiyê heye û got divê demildest aştî bê. Pergîhanê got: “Her kesên aştiyê dixwazin tên kuştin. Ji ber zarokên me aştiyê dixwazin tên kuştin. Ji ber em dixwazin tecrîd rabe tên binçavkirin. Tevî evqas canê me dêşe em dibêjin aştî. Kîjan dewlet evqas dikuje. Em rastî komkujiyan tên. emê banga xwe ya aştiyê dubare bikin.”

Aliye Balikê jî got bila dewletên cîhanê li dijî komkujiyên Kurdistanê bêdeng nemînin û got bila tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin.

(db/ng/hu)