Dewlet li Xaçortê hêmayên şerê taybet dike dewrê
09:06
JINHA
WAN- Kesên li taxa Xaçort a Wanê dijîn, diyar kirin ku hêmayên şerê taybet ku hewl didin tirs û bêbaweriyê biafirînin xistine dewrê. Şêniyên taxê gotin ew kevneşopiya dewletê baş dizanin û wiha got: “Ev lîstikên dewletê ne. Bila me netirsînin. Em polîtîkayên dewletê baş dizanin, em bi wan bawer nakin.”
Li taxa Xaçort a Wanê li kolanên Hîsar û Surmelê, hat îdiakirin ku hêmayên şertê taybet ku derketine holê li ser gel zexta dikin, tehdîd û heqeretan dikin, zirara aborî didin. Welatiyan diyar kirin ku polîtîkayên sîxurkirinê li ser gel xistine dewrê û gotin hewl didin tirs û bêewlebûnê biafirinin.
'Hewl dan deriyê min bişikînin’
Kesa bi navê B ku nexwest navê xwe vekirî bêje diyar kir ku li taxê kesên rûyê wan girtî û di destê wan de tabance hene li taxê gefan li wan dixwazin û wiha got: “Nêzî 20 roj berê komeke ji 5-6 kesan pêk dihatin derengiya şevê hatin ber derê min. Ruyê wan girtibû. Gotin ‘derî vekin em hevalin.’ Ji ber min derî venekir, derî û bacê min şikandin. Hevjînê min ne li malê bû. zarokên min razayibûn. Ji min re gotin derî veke an jî emê mala te gulebaran bikin û erebeya ber derî bişewitînin. Min jî got bişewitînin ez derî venakim.”
'Em bi lîstikên dewlet û MÎT’ê bawer nakin’
B. got ji ber derî venekiriye koma rûpûş heqeret li wê kiriye û got: “Ji ber min derî venekir, dijûn kirin. Em dizanin ku gerîla heqet û dijûnan nakin. Gerîla bi zorê nabêje derî veke. Ev lîstikên dewlet û MÎT’ê ne. Bi vî awayî me ditirsînin. Berê bûya meyê bawer bikira. Lê niha em bawer nakin.”
B di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev kom piştre çû mala cîranan. Bi zorê xwestin bikevin malên wan jî. Hemû paçe şikandin. Dixwazin tirsê biafirînin.”
(va-htk/ng/hu)