‘Em ê şoreşê bi reng û dengê jinan ser bixin’
09:07
JINHA
AMÛDÊ - RAJIN -Rojava 2.yemîn konferansa xwe li bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê li dar xist. Rojnamevanên ku tevlî konferansê bûne gotin ku, hêvî serkeftina jinê ye.
Li bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê 2'yemîn Konferansa RAJIN-Rojava bi dirûşmeya "Raghandina Azad a Jinê bi Cewhera Şoreşê Pêşdikeve" bi beşdariya 152 delegeyên jin pêk hat. Di konferansê de nûçegihanên Kantona Kobanê, Efrîn û Cizîrê amede bûn. Her wiha nûçegihanên jin ên Helebê jî amede bûn. Nûçegihanên jin ên Ewrûpa û Şengalê jî amede bûn. Di konferansê de Seroka Desteya Çand û Huner a Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid, Berdevka fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd, Endama Desteya Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk Foza Yûsiv, endamên çapemeniya raghandina YPJ`ê, raghandina Tevgera Jinên Ciwan, raghandina jinên PYD`ê, ekîba sînema, Rêveberiya TEV-ÇAND`ê Ruha Amanos û nûçegîhanên RAJIN tevlî konferansê bûn. Delegeyan têkîldarê konferansê nêrîna xwe ji JINHA'yê re parvekirin.
‘Em ê xebatên xwe bi felsefeya jinê pêş bixin’
Rêveberiya RAJIN'ê Jiyan Hêvî diyar kir ku rêxistinbûna RAJIN her ku diçe berfirehtir dibe û wiha got: "Armanca konferansa RAJIN-Rojava ew e ku jin bi xwe xebat û rêxistinbûna xwe binirxînin. Em ê bi zimanê xwe kar û xebatên xwe binirxînin. Bi vî awayî em ê hîn bi hêztir dengê şoreşa jinê ji cîhanê re ragihîn in. Di şoreşa rojavaya Kurdistanê de tevlîbuna jinan di kîjan astî deye em ê bi tecrûbeyên mezin ji cîhanê re raghînin. Her wiha me armanca xwe ya dema pêş di vê konferansê de zelal kir. Jin li vir ji bo li hember koletiya jinan bibe alternatîf û rê nede desthilatdariyê xwe bi rêxistin dike. Armancê me ye serekê yek jî ewe ku em bi zimanê jine dengê jinê bilind bikin.”
Jiyanê anî ziman ku divê êdî nêrîn û hişmendiya li hember jinan bên guhertin û wiha domand: “Di şoreşarojavayê Kurdistanê de jinan gelek ked daye. Ji ber vê yekê jî divê jin keda xwe bi xwe binirxînin. Bi teybet jin divê di xebata xwe de azadiya jin esas bigre. Armanca me ya sereke azadkirina civakê ye. Hêvîya me ew e ku hemû rojnamevanên jin xwe li ser esasê paradîgmaya azadî, ekolojîk, demokratîk û azadiye jinê pêş bixin.”
'Wek Rojnamevan em pêşketina jinan vedibêjin'
Rêvebera ajansa ANHA’yê Heyfa Musa jî diyar kir ku di konferansa yekemîn de 80'î delege beşdar bibûn wiha berdewam kir: "Niha 152 delege û hejmarek zêde mêvan amade ne. Ji bo jinê ev dîmen bi serê xwe serkeftineke. Em wek jin bixwe xebatên xwe dinirxînin. Di konferansa yekemîn de, di ragihandinê de jin wê çewan xwe bi sazî bike me nîqaş kir û me rêxistina xwe avakir. Niha jî di vê konferansê de em li ser bilindkirina asta pêşketinê nîqaşan dikin. Yani wek jin û rojnamevan em pêşxistina jinan vedibêjin."
Ji kantona Kobanê xebatkara Ronahî TV'yê Perwîn Xelîl nêrînên xwe ên di derbarê konferansê de wiha anî ziman: “Di xebatên ragihandinê de wê jin çawa pêş bikeve, çawa bibe xwedî îrade de gelek biryarê girîng hatin girtin."
(kom/rc)