Rojnamevanên Başur: Çapemeniya azad li her derê ye

09:17

Şengar Biradost/JINHA

SİLÊMANÎ – Nivîskar û Rojnamevanên jin yên Başurê Kurdistanê, bi tundî êrîşên ser çapemeniya azad li Bakurê Kurdistanê berdewam dikin şermezar kirin û banga yek dengiyê li çapemeniya kurdan kirin.

Li hember êrîşên ser Çapemeniya azad û rojnameya Ozgur Gundem, Azadiya Welat binçav kirin û girtina bi dehan Rojnamevanan, nivîskar û Rojnamewanên jin yên Başurê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku pêwîste rojnamegerên kurd xwedî li hev derkevin.

‘Giringe em peyama rojnamegerya azad mezin bikin’

Nîvîskar û Rojnamevan Aştî Abdullah li ser mijarê wiha axivî: “Dewleta Trik li Bakurê Kurdistanê dixwaze bi bêdeng kirina çapemeniya azad bigehe armancên xwe, dixwaze sucên xwe veşêre. Li her devera cîhanê deshelatdarî dixwaze dengê azad bitepisîne. Berî çend rojan jî li Dihokê rojnamevanê Rojnews ê Wedat Hisên bi awayekî hovane qetilkirin. Ev jî nîşana wê çendê ye ku deshelat ji dengên azad çiqas ditirse. Ti cudahî nîne navbera pergala deshilatiya mêran a li Bakur û Başur gel diçewisîne û dixwaze çapemeniya azad bêdeng bike ji bo dengê gel neyê bihîstin.”

Aştî da zanîn ku li hember êrîşan çapemeniya azad li her deverê xwe zêdetir bi hêz dike û wiha domand: “Bakurê Kurdistan di her warî de xwe bi hêzkirye ji bo wê ew hewlên binketî wê nikaribin dengê azad bêdeng bikin. Pêwîste em jî li Başur bi tevahî Rojnamevanan û saziyên ragehandinê di her warî de alîkarî bikin heya di mijara weşan û belav kirin û gihandina peyam û rojeva wan de. Ji bilî dezgehên di xizmeta dewleta Tirik dane rastya şoreşa Bakur wek xwe ranagehînin. Ragehandinên din li Başur bi awayekî rast dengê azadiyê digihînin, lê pêwîstya wê çendê heye ku di nav kanalên çapemeniyê de yek dengî hebe ji bo wê mijarê mezin bikin û wek peyamek giring bigehînin rêxistinên navnetewî.”

‘Êrîşên ser çapemenya azad êrîşên faşîstane ne’

Rojnamevan û sernvîskara ajansa nuçeyan a Rojnews ê Şina Fayeq jî destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze hemû dengên xizmeta berjewendiyên wan nake bibire û wiha got: “Dewleta Tirk dijî her dengê ku ne li gorî daxwaz, xizmet, berjewendî û siyaseta faşîst a deweletê ne. Bi armanc giritina Ragehandina azad jî di çarçova siyaseta qirêje ku AKP ji bo qirkirin û tune kirina azadî û giştî dengên azad daye ku li ser xwe wek metrsyek dibîne. Li Başur dewleta Tirk êrîşî çapemeniya azad dike, rojnamevanan bi îşkencê binçav dikin, lê heya niha me tu helwêstên tu dezgehên ragihandinê li Başur nedît ku bi daxwyaniyekê wan êrişên hovane şermezar bikin û piştgîriya xwe ji bo pênusa azad ragihînin.”

Şina da zanîn ku ew wek ajansa ROJNEWS li dijî her kiriyarek ne li gor pirensîpên çapemeniyê û demokrasyê têbikoşin û wiha pêde çu: “Em bi tundî êrişên hovane li ser ragehandina azad şermezar dikin. Bang li raya giştî ya Kurdistan û Cîhanê dikin ku li dijî binpêkirinên deweleta tirk bê helwest nebin.”

‘Naxwazin rastî derkevin holê’

Nivîskara Rojnameya Heftane a jinan ‘Jiyanewe’ Seywan Rustem jî di derbarê êrîşên ser çapemeniya azad de wiha axivî: “Rojnamegeriya azad timî ji aliyê deweletên faşîste ve hatye armanc girtin. Çunkî dizanin dengên azadin ku dibin pira gihandina rastyan. Ji bo wê jî wan astengiyan dixin berdem çapemeniyê ji bo ku ew peyamên ku pêwîste bigin asten bikin. Em bi tundî wan êriş û bê mafiyan şermzar dikin. Em bi her awayî amadene alîkarî bidin ragehandinên ku di bin zilmê de dibin dengê gel.”

‘Nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin’

Rojnamevan û pêşmergeya Komeley Komenîsta Îran Fewzye Amanî jî di serî de êrîşên ser çapemeniya azad şermezar kir û got: “Naxwazin dengê azadiyê li Bakurê Kurdistanê derkeve derve, lê wê nikaribin bi girtina Rojnameyekê yan girtina Rojnamevanan wê nikaribin dengê azad bipê bikin. Tu car wê nikaribin rê li ber gihandina rastyan bigirin. Lê ji her demê zêtir pêwîste niha em wek rojnamevan xwedî li hev derkevin.”

Fewzye dazanîn ku Rojnamevan dengê civakane ji bo wê jî divê her rojnamevanek berpirsiyariya xwe bizane û wiha dom kir: “Rojnamevan dixwazin êşên gel bigehînin Cîhanê bi taybetîş dengê azadiya jinan. Turkyeya ku buye DAIŞ ji her kesî zêdetir jinan dike armanc, hem jin hem jî Kurd û hem Rojnamevanek azad pir caran têçewsandin. Lê wê tu carî nikaribin dengê azadiyê bitepisînin.”

(zt)