Ser mala xebatkarên Azadiya Welat ên dibin çavadene de girtin

10:19

JINHA

AMED - Polîsan bi ser malên 24 xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat ên hatin binçavkirin de girt. Polîsan di serdegirtina malan de alavên malbatan belav kirin û endamên malbatê darp kirin.

Polîsan di 28'ê Tebaxê de bi ser Buroya Rojnameya Azadiya Welat a Amedê de girtibûn. Di serdegirtinê de bi 24'ê xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat binçav kirin. Polîsan piştî 3 roj berê xebatkarên rojnameya Azadiya Welat binçav kirin, şevê din bi ser malên wan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de deriyê mala Îbrahim Bayram şikandin û endamên malbatê darp kirin. Polisan di serdegirtina malan de gotin "Pêvajoya OHAL'ê heye. Em çi bixwazin em dê wî bikin." û gef li malbatan xwariye. Malbatan diyar kirin ku ji ber tiştek bi dest nexistin xwestin alozî û provakasyonan çêkin."

(zt)