TJK-E banga tevlîbûna festîfalê li jinan kir

10:26

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E bang li jinan kir ku bi xurtî tevlî 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bibin, ku wê roja 3'ê Îlonê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin.

24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" û "Bi ruhê berxwedana xweseriyê ber bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ve" tê lidarxistin. Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bang li Kurdên Ewropayê bi taybetî jinan kir, ku bi rengê xwe li Kolnê amade bin û daxwaza azadiyê bilêv bikin.

Li ser navê TJK-E daxuyaniyek hat weşandin û hat ragihandin, hêzên navneteweyî li dijî reng û çanda gelan şer dikin û wiha hat gotin, "Dema heyî, di şexsê gelê Kurd de dema parastin û pêkanîna azadiya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye. Sîstema kapîtalîst a heyî û hêzên desthilatdar ên navneteweyî, li dijî gelan, çand û nasnameyan şerekî giran dimeşînin."

TJK-E bibîr xist, ku aliyê bingehîn ê sîstem û zîhniyeta netewe dewletê, 'yek milet, yek zîhniyet, jiyana bi yek rengî, yek ziman yek çand' e û wiha dewam kir: "Pêwîste em nîşan bidin ku rengên cuda dewlemendiya jiyanê ye û em xwedî li nirxên xwe derdikevin. Kurdên li Ewropayê dijîn, her sal bi Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî e hem xwedî li nirxên xwe yên çandî-nasnameyî dedikevin, hem jî van didin jiyîn. Ev yek sekn û helwestek li dijî hemû polîtîkayên li ser tên ferzkirin e. Ev rewş îsal jî bi heman awayî dewam dike. Em bang li jinan dikin ku bi kincên xwe yên gelêrî, her wiha bang li ciwanan, gelê xwe û hemû dostan dikin, ku beşdarî Festîvala Çanda Kurd a li bajarê Koln ê Elmanyayê bibin û reng bidin festîvalê."

(zt)