Li 13'e gundan 'qedexeyê derketinê' hat îlankirin
11:02
Tebax
31
/ 2016
JINHA
AMED - 13 gundên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê "Qedexeya derketina kolanan" hat îlankirin.
Li 13 gundên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê "Qedexeya derketina derve" hat îlankirin. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê li gundên Çemê Elik, Xiraba, Korxê, Markê, Xweylîn, Xana Kelê, Dêrqam û Comelaş ên navçeya Licê û li gundên Neribîtopalan, Şelî, Serdî û Uzunlar ên navçeya Hênê qedexe di saet 05.00’an de destpêkir. Dê qedexe heta biryara duyemîn bidome.
Beriya niha di dem û dîrokên cuda de gelek car li van gundan qedexe hatibû îlankirin.
(rc)