Jinên rojnamevanên Şengalê jî Azadiya Welat bi tenê nehêlan
12:30
JINHA
ŞENGAL - Xebatkarên ragihandina jinên Şingalê bertek nîşanî êrîşên ser çapemeniya azad dan û gotin: “Ji ber ku rojnamevan rastiya gelê xwe derdixin holê têne kuştin û binçavkirin. Ji bo vê yekê jî divê her rojnamevanek û nivîskarek li erkê xwe xwedî derkeve û li hemberî vê zexta li ser rojnamevanan tê meşandin bê deng nemînê.”
Xebatkarên ragihandina jinên Şengalê êrîşên ser çapemeniya azad û tayibetî ser Rojnameya Azadiya Welat şermezarkirin. Rojnamevanan diyar kirin ku hetanî yek rojnamevan hebe ew ê li pey şopa rastiyêbin û ticarî dev ji xebatên xwe bernadin.
Ji rojnamevanên jinên Şengalê pêşkêşvana kanala Çira Tv Pakize Xelîl di derbarê êrîşên ser çapemaniya azad li Bakurê Kurdistanê berdewam dike de wiha axivî: “Em weke keçên Êzidî xebatkarên kanala Çira Tv girtina hevalên me yên Rojnamevan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê şermezar dikin. Sedema vê yekê ji ber ku van rojnamevanan rastiya gelê xwe derdixistin holê hatin girtin. Di van demên dawî de gelek zext li ser rojnamevanan tê kirin û rê li pêşiyê tê girtin.”
‘em ê ticarî rêya Gurbet û Denizan bernadin’
Pakize da zanîn ku ne tenê li Bakurê Kurdistanê pergala deshilatiyê li her deverê ji rojnamevanên li peyî şopa heqîqetê ne ditirsin û wiha domand: “Berya demekê li Başûrê Kurdistanê Rojnamevan Wedat Hisên hat qetilkirin, bi heman şêweyî li Cizîrê jî Rojnamevan Rohat Aktaş ku ew jî edîtorê Azadiya Welat bû hate şewitandin. Lê çi jî bibe em ê her li pê şopa şehîdên xwe bin û em ticarî rêya Gurbet û Denîzan bernadin. Em ê her dengê rastiyê derxînin. Niha bi dehan rojnamevanên me têne girtin û binçavkirin lê yek rojnamevan berdevkên desthilatdaran nabêje çima ev rojnamevan tên girtin û rastî tê veşartin. Ji ber ku rojnamevan rastiya gelê xwe derdixin holê îro têne kuştin û binçavkirin. Ji bo vê yekê jî divê her rojnamevanek û nivîskarek li erkê xwe xwedî derkeve û li hemberî vê zexta li ser rojnamevanan tê meşandin bê deng nemînê.”
Bakize girtina rojnamevanan weke veşartina rastiyan nirxand û wiha berdewam kir: “Girtina rojnamevanan tê wateya nehêlana dengê gel û veşartina rastiyê ye. Rojnamevan tê wateya derxistina dengê rastiyê. Ji bo vê yekê hetanî yek rojnamevan heye ew ê li pey şopa rastiyê û derxistina dengê gel bê. Desthilatdarî her tim ji gelên ku ronak bûne ditirse. Ji ber ku çapemeniya azad qirêja wan derdixe holê û gelê xwe ronak dike bo vê tê hedef girtin. Li hember van em ê bibin deng û guhê miletê xwe û karê xwe hin bi xurtur û bi moralekî mezin berdewam bikin.
‘Em ti carî dev ji şopandina rastiyê bernadin’
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) ya Şengalê Îlham Hecî bertekên xwe yên li hemberî êrîşên ser çapemeniya azad li Bakurê Kurdisanê berdewam dike wiha anî ziman: “Em jî weke xebatkarên JINHA yê û şopdarên Gurbet û Denizan vê binçavkirina rojnamevanan û serdegirtina buroyên Rojnameya Azadiya Welat ji aliyê dewleta tirk ve şermezar dikin. Tenê yek rojnameya bi zimanê kurdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heye, îro tê girtin û endamên wê têne binçavkirin û rê li pêşiyê tiye girtin. Ji ber ku wê rojnameyê rastî derdixist. Ji bo vê yekê jî ew dewletên desthilatdar ditirsin ku ev rojnameya azad listokên wan yên qirêj ku li hember gel têne meşandi derêxe holê û rastiya wan diyar bike. Em jî weke rojnamevanên azad dixwazin vêya bidin diyarkirin, ji ber ku em li peyê şopa rastiyê ne ji bo wê li pêşiya me dibin asteng.”
Îlham destnîşan kir ku çawan AKP êrîşî çapemeniyê dike bi heman şêweyî li Başur PDK jî êrîş dike û wiha dom kir: “Ev siyaseta qirêj ya ku AKP dide meşandin, di heman demê de li Başûrê Kurdistanê jî PDK dide meşandin. Weke ku berya demekê rojnamevanê azad Wedad Hisên jî li Başûrê Kurdistanê hate kuştin. Ev dide diyarkirin ku politika ya wan ji hev cuda nîne. Bila Erdogan û hevkarên wî baş bizinibin ger ew çi jî bikin em dev ji vê dozê bernadin. Şopandina rastiyê şopandina rêya şehîdên ragihandina azad e, şopandina rêya Gurbet û Denizan e. Em ti carî dev ji şopandina rastiyê bernadin. Carek din em binçavkirina xebatkarên rojnameya Azadiya Welat şermezar dikin û em bi hêvîne ku bi zûtirîn dem werin berdan.”
‘Em ê her rastiyê derxin holê’
Nûçegihanek din ya JINHA ya Şengalê Xensê Xidir jî despêkê xebatkarên çapemeniyê yên di şopa heqîqetê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha axivî: “Ez weke keçek Êzidî û nûçegihana ajansa jinan JINHA yê li Şingal ê di seri de hemû hevalên me yên rojnamevan ku di şopa rastiyê de şehîd ketine bibîr tînim. Em girtina 24 hevalên me yên rojnameya Azadiya Welat û girtina Rojname û kanalên Kurdî ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê şermezar dikin. Girtina van rojnamevanan tê wateya veşartina rastiyê û dernexistina holê ka rastî çiye. Lê ev desthilatdarên ku dixwazin rê li pêşya derxistina rastiyê bigirin ticarî bi ser nakevin. Ji ber ku çi jî bikin ne bi girtinê ne jî bi binçavkirinê nikarin pêşî li rojnamevanê azad bigirin. Em ticarî nahêlin ku rastiya tê jiyankirin were veşartin. Bila ev desthilatdarên ku rê li pêşya me digirin da ku em negihên rastiyê baş bizanibin, hetanî ku yek rojnamevan hebê ew ê li pê şopa rastiyê bimeşê û em ticarî dev jî vê dozê venagerin û em ê her rastiyê derxin holê.”
Xensê di derbarê veşartina qirêjiya pergala deshilatiyê de jî wiha got: “Siyasetên desthilatdaran qirêj e û kesên ku van qirêjiyan derdixin jî ji aliyê wan ve tê hedef girtin. Lê em wek gel yek deng bin û yek dil bin wê demê dijminê me nikare dengê me qut bike. Em jî piştgiriya hevalên xwe yên ku niha di zindanan de berxwe didin dikin. Bi taybet rixmu ewqas êrîşên dewleta Tirk gelek hevalê me yên nûçegihan hîn jî li qadan de ne û bêtirs ji bo miletê xwe kar dikin. Em wan hevalan slav dikin. Ew rihê Deniz an ku ji me re miras maye heya em sax bin bi ser bilindahî em ê hewil bidin ku bidin jiyan kirin. Em dibêjin ne kuştin, ne girtin û ne jî zext dikare me ji riya azadiyê dur bixe. Wê serkeftin ya çapemeniya azad bibe. Ew yek bigrin em ê bi deh kesan riya xwe bidomînin.”
(kom/zt)