Kongra Star bi daxuyaniyek kampanya bi dawî kir

12:57

JINHA

QAMIŞLO - Koordînasyona Kongra Star têkîldarê kampanya îmzeyan ya bi armanca dawîkirina tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê.

Koordînasyona Kongra Star têkîldarê kampanya berhevkirina îmzeyan ya ku bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Kongra Star wiha hat gotin:

"Ji 2`ê gulana 2016`an CPT piştî çûndina xwe ya Îmraliyê heyanî niha di derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdenge. Ji ber vê yekê me weke jin û rêxistinên Jin ên Rojava me dest bi kampaniyeke komkirina îmzeyan kir. Di vê kampaniyayê de me ji CPT û Rêxistinên Mafên Mirovan xwest ku di derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî bidin. Bi taybet piştî derbeya leşkerî û rewşa awarte ya li Tirkiyeyê ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guman û metirsiyên me zêdetir bûn. Sazî, Partî û rêxistinên dîtir ên Rojava, Lubnan û Başûrê Kurdsitanê bi îmzeyên xwe ji CPT`î xwestin derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyekê bide. Her wiha Rêxistinên Mafên Mirovan xwe di vê mijarê de berpirsyar bibînin û xwedî helwest bin. Em daxuyanîya xwe dîsa dubare dikin.

Kurdistan him di aliyê hevsengiyên siyasî, hem weke qadekî ku li ser wê şerên dijwar yên dagirkeriyê tên meşandin, lê di heman demê de jiyana hevpar û aşîtiyek mayînde ya ku gelan li ser esasê wekhevî û azadî peşxistine de, ji ber statûya xwe ya jeopolîtîk û stratejîk wek qadekî di rola kilîtê de ye. Bi hezaran sal gelê kurd ji dîrokê heta niha di lêgerînên çareseriyên aşitîyane û siyasî de, li qada Rojhilata Navîn bûye hêzeke navendî. Ji bo jiyaneke hevpar di nav biratî û aşîtiyê de pêş bikeve, gelê Kurd her tim bûye hêza herî dînamîk û stratejîk. Ji ber wê jî gelên heremê bi têkîliyên xwe yên bi gelê Kurd re, di rêbazên aştîyane û çareseriyên siyasî de li hev kirine, bûne yek.

Di nava 40 salên têkoşîna azadiyê de, gelê Kurd bi rengekî stratejîk ji bo pêşketina aştî û demokrasiya li tevahiya Rojhilata Navîn rol lîstiye û bi deh hezaran zarokên xwe şehîd dane. Di nav pêvajoyên têkoşînê de rastiya gelekî ku zane bûyî, polîtîk û rexistinkirî bûyî, derketiye holê. Keda herî mezin ku encama vê rastiyê derxistiye holê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye. Di zanebûn, polîtîkbûyîn û rêxistinkirina nirxên azadiye de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hezaran mirov û bi taybetî jin, roleke diyarker leyîstiye. Rastiya gelê Kurd di nûnertiya Rêbertiya Abdullah Ocalan de bûye xwedî nasname. Rastiya gelê Kurd hemû cewherê xwe yê dîrokî, civakî û candî di kesayeta Abdullah Ocalan de dibîne. Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û bi taybet ji bo me wekî jinên Kurd çavkaniya cewhera nirx, azadî û jiyane ye. Pêşketina modela çareseriya demokratîk li Rojava ne encama çar salan e. Rêxistin û sazîbûyînên demokratîk û xweser ên ku beriya 20 sal bi pêşengtiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava hatibûn pêşxistin, îro xwe gihandin damezrandina pergala federaliya Bakûrê Sûriyê/Rojava. Bi şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê re jî, bala raya giştî ya cîhanê hat kişandin û deng veda. Çavkaniya wan pêşketinên mijara gotinê jî, bingeha xwe di encama zedetîrî 20 sal têkoşîn û keda ku Abdullah Ocalan di navbera salên 1979-1999 bi keda li Sûriyê daye, digire. Rêbertiya me kedkarê herî mezin yê azadiya têkoşîna jinên Kurd e. Di nav 20 salan li Rojava de, jineke ku bi rêya Rêbertiya me sûdwernegirtibe û bi hev re kar nekiribe, nîne. Di roja me ya îro de, têkoşîna jina kurd, pêşketina vîna azad û biryarbûyîna jinan li dijî DAÎŞ'ê, çavkaniya xwe ji Abdullah Ocalan digre.

Me weke jinên Kurd tu carî komploya navnetewî ya ku di encama wê de Rêberê me Abdullah Ocalan di sala 1999'î de dîl hat girtin, napejirand. Ev 17 salgirtin û tecrîda girankirî li ser Rêberê me di hundirê giravek yekesî de, şerê herî mezin li dijî gelê Kurd e. Rêberê me tevî her tiştî bê hejmar hewldaye ku diyalog û aşitî pêş bikeve; di heman demê de nexşeya rê ji bo jiyaneke hevpar û rûmeta gelan derxistiye holê. Di wê wateyê de, Rêberê me mîmara aşitîyê ya gelê kurd e. Hêviya gelê me aşitî û çareseriye ye. Her cûrên êrîş li hemberî wî, êrîşa li hemberî gelê Kurd û jinên Kurd e. Em dixwazin bi bîr bînîn ku em ê tu carî keliyek jî be, şert û mercên ku Rêberê me tê de ye, nepejrînin.

Em carek din helwesta CPT raxne dikin û bang dikin da ku tavilê rewşa Rêbêr Abdullah Öcalan eşkere bike. Em bang li Rexistinên Mafên Mirova, Dadgeha Mafê Mirova, Yêkîtîya Avrupa, Komisyona Avrupa dikin da ku tecrîda li ser Rêberê me tê meşandin bi dawi bibe.
Her wiha Partî, Sazî, Rêxistinên medenî û her kesekî ku piştgirî da kampanyaya imzeyan em spasiya wana dikin û em bi bîryarîn ku çalakîyên bi vîn û rêxistinbuyîna jinan heyanî ku em azadîya Rêberê xwe mîsoger bikin, bidomînin."

(rc)