Polîsan di serdegirtinê de malbatan darp kir
13:24
JINHA
AMED- Polîsan bi ser malên 24 xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat ên hatin binçavkirin de girt.Di serdegirtina malan de alavên malbatan hat belav kirin û endamên malbatê hatin darpkirin.
Polîsan di 28'ê tebaxê de bi ser Buroya Rojnamey Azadiya Welat a Amedê de girtibûn. Di serdegirtinê de 24 xebatkarên rojnameyê hatin binçav kirin. Ligel ku 3'ê roje xebatkarên rojnamê di binçavan de ne şevê din jî, polîs bi ser malên xebatkaran de girt û alavên malbatan belav kirin. Polîsan di serdegirtina malan de deriyê mala Îbrahim Bayram şikandin û malbatê darp kirin. Her wiha gef li malabatan xwarin. Polîsan bi çeka destê xwe va dan serê birayê İbrahîm, Heybet Bayram lê dayîka İbrahîm, Mînte Bayram jî nehîşt ku dest bidin kure wî û piştre polisan bi serê keleşê li lingê dayîka İbrahim xistin.
Mînte Bayram diyar kir ku darpkirina polîsan bêhna hevjîna wî çikandiye û gotin ku polîsan di serdegirtinê de 500 lîra û zêrên di qutiya wan de tev diziye.
(ra/rc)